‘Aştî û aramî bi rakirina tecrîdê pêkane’ 2019-12-05 09:09:10   WAN - Jinên Wanê diyar kirin ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe divê Gelê Kurd bi hev re li ber xwe bide û da zanîn ku aştî û aramî bi rakirina tecrîdê pêkane.   Piştî greva birçîbûnê ya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li girtîgehê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, da destpêkirin, 8 sal şûnde parêzeran di 2’ê gulana 2019’an de bi muvekîlê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn. Lê ev hevdîtin dîsa ji 7’ê tebaxê şûnde hatin birîn. Malbata Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din yên li Îmraliyê ji 12’ê tebaxê de nikarin biçin Îmraliyê.  Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî ya bi malbat û parêzerên xwe re ev peyam dabû ‘Ji bo çareserkirina pisgirêkan ez amademe.’ Piştî vê peyamê şûnde tecrîda li hemberî  Abdullah Ocalan domkirin. Jinên wanî bertek nîşanî tecrîdê dan û gotin tecrîd bandorê li ser hemû kesan dike.    ‘Tecrîd bandorê li ser hemû Tirkiyeyê dike’   Jina bi navê Rahîme Bor, diyar kir ku tecrîd ne tenê li ser Abdullah Ocalan, li ser hemû Gelê Kurd û Gelên Tirkiyeyê pêk tê û got: “Bi salane ev zilm li ser Gelê Kurd tê meşandin. Maf û hiqûq ji bo Gelê Kurd tune. Ji ber vê divê demildest hilbijartina zû bê kirin. Em ê heta dawî li ber xwe bidin. Gelê Kurd bibe yek wê tecrîd jî rabe.”   ‘Her ku dewlet êrîş dike em xurt dibin’   Perîhan Aslan jî destnîşan kir ku her ku Gelê Kurd aştiyê dixwaze dewlet zêdetir zextê dike û ev tişt bi lêv kir: “Ciwanên li dijî dîktatorî, newekheviyê derdikevin tên kuştin û tên girtin. Ji ber vê em ê her tim têbikoşin û aştiyê bixwazin. Şaredariyên me hatin xespkirin. Em natirsin. Em ê her tim berxwe bidin. Her ku dewlet êrîş dike em jî xurt dibin. Divê tecrîd demildest bê rakirin. Tecrîd rabe wê aramî jî bê.”   ‘Divê Gelê Kurd bêdeng nemîne’   Nahîde Şedal jî bertek nîşanê bêdengiya li dijî tecrîdê da û wiha got: “Em naxwazin nûçeyan ji televîzyonan temaşe bikin. Di rojevê de her tim îşkence, binçavkirin û komkujî heye. Li vî welatî tu kes ne kêfxweş e. Rojek me aram nîne. Divê Gelê Kurd zêdetir têbikoşe.”   ‘Divê em ji bo rakirin tecrîdê têbikoşin’   Kiymet Çevîk jî axivî û diyar kir ku yek ji pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e û ji bo çareseriyê jî divê demildest tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Kiymetê wiha got: “Min kurê xwe 12 salan alan nedît, hat kuştin û polîsan ceza negirtin. Herî dawî min çû gora kurê xwe kola. Min kurê xwe maçî kir û carek din xist gora wî. Bila kes nebêje êşa min tune. Divê em hemû ji bo rakirina tecrîdê li ber xwe bidin.”