‘Xwestin Sûrê bê mirov bihêlin’ 2019-12-05 09:05:39   Berîtan Canozer   AMED - Endama TMMOB û Platfroma Surê Buşra Cîzrelîoglu diyar kir ku Sûra ku 4 sale 6 taxên wê qedexeye û bi giştî hatine hilweşandin, veguhertine qada rantê û got: “Li Sûra ku 10 salî jiyan bê navber berdewam kiriye, bi feraseteke ku hişê civakî, piştevanî û nasnameya dîrokî tune bikin, veguhestineke civakî ya bi kok hat armanckirin. Her modela ku ji nasnameya herêmî qût mahkumê têkçûnê ye.”   Navçeya Sûrê ya Amedê ku xwedî paşerojeke hezaran saliye û berhemên dîrokiye, ji Hurriyan, Mîtanî, Hîtît, Asur, Med, Pers, Îskenderê Mezin, Roma, Bîzans, Selçuqî, Osmanî û bi giştî nêzî 30 şaristaniyan re malobanî kiriye.   82 birc, 4 derî nêzî 100 taxî û bi sedan avahiyên dîrokî   Li Surê hîna jî Suryanî, Ermenî, Tirk, Kurd û Dom bi hev re dijîn. Sûr şopa gelek şaristaniyan dihewîne û wek muzeyeke vekiriye. Avahiyên dîrokî yên Xaniyên Amedê, Muzeya Çandê ya Cahît Sitki Taranci, Muzeya arkeolojiyê, Sûra Hundir, Keleha Amedê, Pira Deh Derî, Xana Dîna, Xana Hesanpaşa, Mizgefta Kurşunlu, Minara Çar Ling, Dêra Meryem Ana û gelek dêr û mizgeftên din, Baxçeyên Hewselê ku ji aliyê UNESCO ve wek mîrateya çandî ya cîhanê hatiye qebûlkirin û Sûrên Amedê mirovan heyran dihêle.   Sûrên Amedê ku piştî Seda Çînê dîwarê herî dirêj yê cîhanê hatiye qebûlkirin, dirêjiya wê 5,5 kîlometreye û çar deriyên wê yên wekê Deriyê Mêrdînê, Yek Derî, Cot Derî û Rihayê ne. 82 birçên wê ne. Bircên Bedena Zewicî, Birça 7 Birayan, Birca Bizinê, Birca Nûr û Birca Deriyê çûyê yên herî girîngin. Her wiha taxên herî zêde tên nasîn Ben û Sen, Alîpaşa, Xançepek, Îskenderpaşa, Hasirli, Lalebey, Mizgefta Kebîr e.Kolana Melîkahmet, Kolana Balikçilar, Sûka Balikçilar, Sûka Aşefçiyan, Sûka Şewitî û Bazara Penîr-Mas ji aliyê turîst û gelê herêmê ve eleqeyek mezin tê.   Qedexeya 4 sale didome û dîroka hatiye tunekirin   Navçeya dîrokî di 2015’an de ji ber qedexeyên derketina derve û êrîşan wêran bû. Gelek tax û kolanên wê hatin tunekirin. Li Hasirli, Xançepek, Mizgefta Kebîr hîna hilweşîn didome. Piştî pevçûnên hatin jiyîn 40 hezar kesî koç kir. Di qedexeya 103 rojî berdewam kir de çekên giran hatibûn bikaranîn. Sûr hat bombebarankirin û ji hewayê ve hat topebarankirin. Bi hezaran xanî wêran bûn.Tevî ku 4 sale operasyon hatiye qedandin jî kolanên Sûrê di bin kontrola polîsan de ye. li Sûrê ji ber van pêkanînan gelek esnafî dukanên xwe jî girtin.   Dest danîn ser malên gel   Tevî hemû îtîrazan xanî û kolan bi maşîneyên kar yên giran hat wêrankirin û kavil jî rijandin Çemê Dîcleyê. Di Adara 2016’an de ji aliyê Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê ve beyî ku lêkolîna parselê bê kirin navçey xistin çarçoveya ‘Cemawerîkirina lezgîn’ û dest danîn ser malê gel.   40 hezar kesî ji Sûrê koç kir   Endama Platfroma Sûrê û Yekitiya Odeya Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB) Buşra Cîzrelîoglu der barê talankirina Sûrê de nirxandin kir û çavdêriyên xwe parve kir.   Buşrayêda zanîn ku ji 2017’an şûnde li taxên Alîpaşa û Lalebey ku ji deveyê herêma pevçûnê mabûn, li mizgeftan anansonê malên xwe vala bikin tên kirin û got: “Bi hinceta veguhestina bajarvanî hewl dan gel bi zor ji malên wan derxin. Av û ceyranê wan birîn.Di bin navê veguhestina bajarvanî de hilweşîn didome. Hema hema her du tax bi giştî hatine hilweşandin. Li vir xaniyên ne li gorî dîroka Sûrê hatin çêkirin. Gelek kesî di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan û nêzî 40 hezar kesî ji navçeyê koç kir. Nêzî 6 taxan bi giştî hatin hilweşandin. Bi dehan kargerî hatin hilweşandin. Dest danîn ser malên gel.”   ‘Xwestin Sûrê bê mirov bihêlin’   Buçrayê destnîşan kir ku Sûr di sedsala 21’ê de rastî hilweşîneke mezin hatiye û bi polîtîkayên ewlehî û polîtîkayên bajarvaniyê yên şaş re hewldana veguhestineke mezin hatiye destpêkirin û got: “Sûr rastî hilweşîn û pêkanînene ku telafiya wê bi salan ne pêkane hat. Ev 10 hezar sal e li Sûrê jiyan didome. bi feraseteke ku hişê civakî, piştevanî û nasnameya dîrokî tune bikin, veguhestineke civakî ya bi kok hat armanckirin. Her modela ku ji nasnameya herêmî qût mahkumê têkçûnê ye. Xwestin Sûrê bê mirov bihêlin.”   ‘Avahiyên dîrokî veguhertin cihên lûks’   Buşrayê bi lêv kir ku cihên dîrokî yên Sûrê ji serdana gel re hatine girtin û got ev jî îxaneta li dijî mîrateya çand û dîrokê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê ku mîrateya cîhanê ya ku UNESCO’yê jî tescîl kiriye, cihekî ku gelek eleqe didît bû. Seranserê pevçûnan jiyana li vir sekinî û faliyetên aborî jî rawestiyan. Piştî pevçûna hejmara kesên diçûn Sûrê jî kêm bû. Berê turîzmeke ku xwe dispart dîrokê hebû lê niha turîzmeke kut ê kontrolkirin heye. Avahiyên dîrokî dan destê patronan û veguhertin cihên lûks. Dixwazin konsepta turîzmek bi kontrol ava bikin.”