'Divê koçber ji bo berjewendiyên dewletan neyên bikaranîn' 2019-12-05 09:03:12   Sara Şêx Hesen   HELEB - Berdevka Meclîsa Jinê ya Sûrî Heyfe Hesen li ser koçberiyê û aloziya Sûriyeyê axivî û wiha got: "Dewleta tirk aloziya Sûriyeyê kûr dike, koçberan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Divê koçber ji bo berjewendiyên dewletan neyên bikaranîn."   Koçberî bi xwe siyaseteke qirkirinê ye û ji aliyê hêzên dagirker ve tê meşandin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû pêkhate di bin sîstema netewa demokratîk de xwe bi rê ve dibin. Dewleta tirk û hevkarên wê xwestin vê sistemê bi rêka êrîşên xwe hilweşînin. Armanca dewleta tirk ew e ku gelê xwediyê axa welatê xwe ye bidin koçberkirin û şûna wan gelê ji dewerên dîtir bînin û cihên hatine dagirkirin bi cih bikin û guhertina demografîk bide meşandin. Duh li Efrîn bû îro jî Serêkaniyê û Girê Spi ye. Her wiha bi êrîşa dewletên tirk aloziya Sûriyeyê hîn bêtir kûrtir bû. Têkildarî mijarê Berdevka Meclîsa Jinê ya Sûrî Heyfe Hesen nêrîna xwe parve kir.   'Axa me dewlemend û stratejik e'   Heyfeyê di destpêkê de behsa aloziya Sûriyeyê kir û wiha got: "Aloziya ku niha li Sûriyeyê tê jiyîn,  her ku diçe kûrtir dibe. Gelên li vi rdijîn para xwe ji vê aloziyê digirin. Em berê xwe bidin dîrokê û mêze bikin Sûriye gelek di aloziyên giran re derbas bûye. Ji ber ku axa Sûriyeyê dewlemend e û stratejîk e, ji bo wê jî hemû dewlet êrîş dikin. Di dîrokê de jî împaratoriya Osmaniyan axa me dagir kirin, îro jî dewleta tirk û hevkarên wê êrîşî xaka me dikin."   'Pêşengtiya hemû karan jin dike'   Heyfeyê bal kişand ser şoreşa Rojava û wiha pê de çû: "Piştî aloziya Sûriyeyê  şoreşa Rojava pêk hat û ev 9 sal in dewam dike. Hemû dinya jî dizane şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, pêşengtiya hemû karan jin dike. Me xwe di sistema netewa demokratîk te rêxistin kir. Hemû gel bi vê sistemê wekhev dijî."   Heyfeyê di dewama axaftina xwe de behsa êrîşên dewleta tirk dike û wiha domand: "Ji ber sîstema netewa demokratîk li hesabê desthilatdaran nehat loma şerê cîhanê yê sêyem di axa me de dan destpêkirin. Hemû dewletan jî piştgiriya aloziya Sûriyeyê kirin. Herî zêde jî dewleta tirk aloziya Sûriyeyê kûrtir kir. Dewleta tirk çete ji axa Tirkiyê derbasê axa Sûriyeyê kir. Di destpêkê de Efrîn dagir kir niha jî Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir û kesên biyanî derbasê axa me kirin. Dewleta tirk û çeteyên wê dikevin kîjan heremê jî dagirker î, talan, dizî, qetîlkirin û koçberiyê tînê. Dema êrîş jî dikin ne dibêjin jin û zaroke qetîl dike. Efrîn jî li ber çavê cîhanê hat dagirtin û guhertina guhertina demografiyê pêk tînin. Em bala xwe bidin dema dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê dikevin ku derê mirovan, xwezayê û ajalan jî dikujin."    'Gelê Efrînê sekna berxwedanî û têkoşînê didomîne'   Heyfeyê bal kişand ser Efrînê û wiha dewam kir: "Li Efrînê jî jiyan di bin sistema netewa demokratîk de dimeşiya. Hemû gel wekhev û li ser axa xwe dijiyan. Heta niha jî gelê Efrînê, li Şehbayê ew sekna berxwedan û têkoşînê didomînê û sistema netewa demokratîk bi rê ve dibin. Di aloziya Sûriyeyê de yekem dewleta tirk cihê xwe digire û siyaset û berjewendiya Tirkiyeyê li ber çav e."    'Tirkiye koçberan ji bo berjewendiyên xwe qebûl dike'   Heyfeyê bal kişand ser koçberan û wiha domand: "Dema 2014'an de ji ber çeteyên DAIŞ'ê gel neçar ma berê xwe dan tirkiyeyê, wê demê jî tirkiyeyê dêriyê xwe ji koçberan re vekir. Lê belê Tirkiye ne ku evîndarê çavê me bû me qebûl kir, ji bo berjewendiyên xwe qebûl kir. Tirkiye koçberan li dijî dewletên navneteweyî bi kar tîne. Gelek koçberî li derveyî welat jî çêbû û di hundirê welat de jî çêbû."    Heyfeyê herî dawî bang li rêxistinên mafên mirovan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bang ji rêxistinên mafê mirovan dikin da ku gelê koçber li ber çav derbas bikin û alîkarîyê bidin."