ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2019'AN 2019-12-05 09:00:00   * Gulîstan Al ya li girtîgeha Tîpa L ya Dîlokê dimîne û du sale qedexeya hevdîtinê danê, bi hevkariya malbata xwe diyar kir ku di koguşa 6 kesî de 15 kes dimînin û got di gelek mijarî de pisgirêkan dijîn. Malbata wê jî diyar kir ku parêzer nikarin biçin hevdîtinê û bertek nîşan dan.   *Berdevka Meclîsa Jinê ya Sûrî Heyfe Hesen li ser koçberiyê û aloziya Sûriyeyê axivî û wiha got: "Dewleta tirk aloziya Sûriyeyê kûr dike, koçberan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Divê koçber ji bo berjewendiyên dewletan neyên bikaranîn." DÎMEN HEYE   *Endama TMMOB û Platfroma Surê Buşra Cîzrelîoglu diyar kir ku Sûra ku 4 sale 6 taxên wê qedexeye û bi giştî hatine hilweşandin, veguhertine qada rantê û got: “Li Sûra ku 10 salî jiyan bê navber berdewam kiriye, bi feraseteke ku hişê civakî, piştevanî û nasnameya dîrokî tune bikin, veguhestineke civakî ya bi kok hat armanckirin. Her modela ku ji nasnameya herêmî qût mahkumê têkçûnê ye.”   * Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmoglullari da zanîn ku butçeya ku AKP’ê ji penaberan re veqetandiye ji şer û alîgirên xwe re xerc dike û got: “Desthilatdarî û mutefîkên wê penaberan nafikirin. Ji bo wan tu tiştekî nakin. Li cihê ku jê re dibêjin herêma tampone wê rêxistinên cîhadê lê bicih bikin.” DÎMEN HEYE    *Jinên Wanê diyar kirin ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe divê Gelê Kurd bi hev re li ber xwe bide û da zanîn ku aştî û aramî bi rakirina tecrîdê pêkane. DÎMEN HEYE    * Endamên Piştevaniya Mor ya Antakyayê ku hat girtin, diyar kirin ku girtina komeleyê êrîşa li hemberê destkeftiyên jinan e û wiha gotin: “Têkoşîna jinên zîhniyeta serdest ya mêr ditirsîn.”   *Siyasetmedar û parêzvanên maf yên ku 5’ê Kanûnê Roja Mafê Jinan a Cîhanê nirxandin, diyar kirin ku mafên jinan bi rehetî nehatine ber wan û di encama têkoşînek mezin de hatine bidestixistin û gotin: “Jin dîsa bi pirsgirêkên mezin  5’ê Kanûnê peşwazî dikin. Yekane riya çareseriya pirsgirêkan têkoşîna rêxistinkirî ya jinan e.” DÎMEN HEYE