Li dijî êrîşan li Qamişloyê meş hat lidarxistin 2019-12-04 16:12:38   QAMIŞLO -  Bi armanca şermezarkirina komkujiya dewleta tirk a derheqê zarokên Til Rifetê, zarokên bajarê Qamişloyê herikîn qadan û bi meşekê helwestên xwe nîşan dan.   Bi pêşengtiya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) û bi tevlîbûna bi sedan ji zarokên dibistan û mamosteyên wan, ji bo şermezarkirina komkujiya dewleta tirk a dagirker derheqê zarokên Til Rifetê, zarokên bajarê Qamişloyê daketin qadan û meşek li dar xistin. Di meşê de zarokan pankertên bi nivîsa "Na ji kuştina zarokan re ","Qetilkirina zarokan şermeke mirovahiyê ye" û wêneyên zarokên ku jiyana xwe ji dest dabûn hat hildan.   Meş ji çerxereya Şehîd Rûbar di nava banga dengê zarokan de û helwestên wan li hember komkujiyê dest pê kir û li pêşiya saziya mafê mirovan li taxa siyahî hat rawestandin. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, zarokan sirûda "Ey reqîb" gotin û paşê daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Mamosteya zarokan  Henan Iniz ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye: "Til Rifet, ev bajarê ku bi hezaran malbatên koçberên Efrînê lê dimînin,ku bi destê dagirkeriya tirk û çeteyên wan ji cih û ware xwe derketine, rastî komkojiyeke bê exlaq hatin. Komkojiyeke ku tu ol, mezheb û qanûn napejirînê û qebûl nake.    Zarok qetil kirin. Ev kiryara bê ehlaq mafê hemû gelan binpê dike. 8 kulîlk vê carê bûn armanc. Armanca êrîşan ew e ku tirsê bikin di nava dilê sivîlan de û herêmê ji niştecihên wan vala bikin. Ji hemû sazî û rêxistinên mafê mirovan tê xwestin li hember van kiryarên hovane bisekine û kesên ku hovîtiyê li ser gelan dikin werin cezakirin. Di dawiyê de em weke xwendekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, soz didin ku em ê pêşeroja zarokên xwe biparêzin û wan hînî çand û zimanê wan bikin. Da ku jiyaneke xweş û aram ji bo tevahî zarokan were afirandin.   Meş bi dirûşmên" Qatil Erdogan" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.