'Mafê me ye em bijîn' 2019-12-04 14:48:39   Sara Şêx Hesen   HELEB - Zarokên ku tevlî meşa şermezarkirina êrîşên Til Rifetê bûne axivîn û wiha gotin: "Mafê yê zarokan ê jiyanê heye. Çi sûcên zarokan heye ku werin qetilkirin?"   Dewleta tirk di 2'yê kanûnê de bi topan êrîşî Til Rifetê kir, di encamê de 8 zarokî jiyana xwe ji dest dan 12 jî giran birîndar bûn. Zarokên bajarê Helebê yê ku tevlî meşa şermezarkirinê bûbûn nêrîna xwe parve kirin.    '8 hevalên me qetil kirin'   Zaroka bi navê Emîne Hesen axivî û wiha got: "Em zarokên Helebê em îro daketine qadan ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker a li ser Til Rifetê, em niha dibînin ku li her çar perçeyên Kurdistanê şer pir giran e. Niha jî li Rojava ji bo qirkirina Gelê Kurd êrîşên dijwar çêdibin. Li Til Rifetê 8 hevalên me hatin qetilkirin. Em ji dewleta tirk re dibêjin bes e êdî hovitiya ku li ser zarokan dike."   'Çi sûcên zarokan heye ku di vî temenî de jiyana xwe ji dest didin?'   Zaroka bi navê Horiyê Mihemed li ser êrîşên dewleta tirk axivî û wiha domand: "Me li Efrînê hemû zarok bi aramî jiyana xwe didomand, lê dewleta tirk axa me dagir kir û aramiya me dixwazin bi dawî bikin. Dewleta tirk jî li Til Rifetê zarok qetil kir, ma çi sûcê wan zarokan hebû ku di vî temenî de hatin qetilkirin."   'Mafê me ye em bijîn'   Zaroka bi navê Viyan Sîdo jî wiha dibêje: "Em êrîşên dewleta tirk şermezar dikin. Em ji hemû cîhanê re dibêjin bes e ji bêdengiya we re. Na ji bo kuştina zarokan, sûcê zarokan tune ye ku werin kuştin û mafê me ye em bijîn."   'Em naxwazin zarok bimirin'   Zaroka bi navê Newroz Mose bal kişand ser êrîşan û wiha pê de çû: "Erdogan zarokan qetil dike û me ji dibistanê mehrûm dike. Em naxwazin zarok werin kuştin. Bila tevahî cîhan rabe û dengê me bibîsin."   'Erdogan ji zarokan çi dixwaze'   Zaroka bi navê Sêlîn Îbrahîm jî wiha got: "Em zarok dixwazin bijîn û li dibistanên xwe bixwînin. Bila tevahî cîhan rabe hesaban ji Erdogan bipirse."    'Em dixwazin vegerin ser axa xwe'   Zaroka bi navê Ebdîn Husên diyar kir ku ew dixwazin biçin ser axa xwe û wiha pê de çû: "Erdogan bi hovitiyek mezin Efrîn dagir kir û niha jî li Şehbayê komkujî pêk anî. Zarokên Şehbayê ji bo vegerin ser axa xwe li Şehbayê dijîn. Em ê bi berxwedana xwe vegerin ser xaka xwe."