Ji sergardiyan gefa lêgerîna tazî: Ew ê lêgerîna tazî li malbatan jî bê ferzkirin 2019-12-04 11:14:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat hînbûn ku rêveberiya Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Bunyanê bi ser koguşên girtiyan de digirin û îşkenceya lêgerîna tazî li wan dike. Li gor agahiyên girtiyan dan serdozger gotiye 'Ew ê lêgerîna tazî li malbatan jî bê ferzkirin'.   Li girtîgehan hem girtî hem jî kesên diçin serdanê bi pêkanînên nebaş rû bi rû tên hiştin. Girtiyên Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Bunyanê di hevdîtina telefonê ya bi malbatên xwe re diyar kirin ku îdareya girtîgehê lêgerîna tazî li ser girtiyan ferz dike û li dijî wan destdirêjiyê dike.    Li gor agahiyên girtiyan bi zorê li ser 4 jinên girtî lêgerîna tazî hat ferzkirin. Gardiyan heqaret û dest dirêjî li dijî girtiyên ku lêgerîna tazî qebûl nikirin, kirin. Her wiha bi ser koguşan de girtin û zirar dan alavên girtiyan.    'Gardiyanan bi girtiyan gef da xwarin'   Girtiyên bi navê Fatma Gokkan û Rojbin Yakut ên ku bi malbata xwe re hevdîtina telefonê pêk anîn wiha gotin:"Sergardiyanê girtîgehê li dû provakasyonê ye. Sergardiyan me tehdîd kir û got 'Ew ê lêgerîna tazî li malbatan jî bê ferzkirin'. Em ê pêkanînên bi vî rengî tu carî qebûl nekin. Ger ew li ser malbatên we pêkanînên bi vî rengî ferz bikin em ê têkevin greva birçîbûnê. Em bang dikin ku raya giştî bertekê nîşanî van pêkanînên dijmirovî bikin."