‘Em gorên xwe bi paçê ku me li kevirên wan gerandiye nas dikin’ 2019-12-04 09:17:34   MÊRDÎN - Gorên li Goristana Hececa ku cenazeyên YPS û sîvîlên di qedexeyên derketina derve ya Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dabûn lê hatin definkirin, hatibûn texrîbkirin û di ser texrîbkirinê de 4 sal derbas bû. Hinek malbat gorên xwe bi paçên ku li gorên xwe gerandibûn û nivîsên li ser nivîsîne, nas dikin.   Di qedexeyên derketina derve ya Nisêbînê de di pevçûnên navbera 2015-2016’an de hatin jiyîn de cenazeyên YPS’iyan û sivîlên jiyana xwe ji dest dabûn li goristana Hececa ya taxa Kişla hatibûn definkirin. Bi hinceta bi rengên kesk, sor û zer nivîs li ser goran hatine nivîsin, ji aliyê polîsan ve gor hatibûn texrîbkirin. Emniyeta navçeyê destûr neda gor bên çêkirin û di heman demê de nahêlin dora goran bi mermer bê çêkirin û nav li ser bê nivîsin.   Gora wan 4 sal in di vê rewşê de ye   Gora kesê bi navê Arîf û dayika wî ligel hev in û wê demê bi hinceta rengên li ser gorê hatibû texrîbkirin û kevirên wê hatibûn şikandin. Welatiyan wê demê xwest gorê çêbikin lê polîsan nehiştibû. Ji bilî van her du goran bi dehan gorên din jî hatine texrîbkirin û ji bo tamîrkirina wan jî destûr nayê dayîn. Hinek malbat ji bo gorên zarokên xwe nas bikin dora wan bi tuxleyan girtine û hinekan jî paç li kevirên wan gerandine, hinekan jî dara zeytûnê çandine. Malbatan wiha got: “Dibêjin qey yên mirine ne mivor in.”   ‘Ev ne mislimantiye’   Malbatan wiha bertek nîşan da: “Em tên vir, li ser her gorê kaniye heye. Lê li vir tevî ku bi dehan gor li vir hene yek kaniyek tune. Ji bo em goran av bidin, em diçin kaniyên din avê tînin. Ev 4 sale ev di vê rewşê de ne. Nahêlin em tiştekî bikin. Me paç ji kevirên wan gerandine. Em wisa nas dikin. Nahêlin kes destê xwe bidê. Ev ne mislimantiye.”