Li Qelqeliyê qada piştevanî û hevdîtinê: Mala Çandê ya Jinan a Çilkezîyê 2019-12-04 09:11:29   Hîkmet Tunç   WAN - Li Qelqeliyê bi pêşniyar û daxwazên jinan, di çarçoveya projeyên ketin meriyetê de Mala Çandê ya Jinan a Çilkezîyê hat vekirin. Hevşaredara Qelqeliyê Dîlan Orencî diyar kir ku tevî deynê ku qeyûm hiştibû, projeyên ku soza wan dabûn yek bi yek bi cih anîne û got derfet kêm in lê xebatên wan ew ê bidomînin.   Di hilbijartinên herêmî yê 31’ê Adarê de yek ji navçeyên ku HDP’ê qezenc kir a Qelqelî ya Wanê bû. Şaredarî projeyên xwe yên der barê jinan de bi cih tînin. Yek ji van projeyan jî Mala Çandê ya Jinan a Çilkezîyê bû. Di rojên borî de hat vekirin. Hevşaredara Qelqeliyê Dîlan Orencî got di esasa plana stratejîk a 5 salan de li hemû tax û gundan geriyan û nêrîn û pêşniyarên jinan girtin û got yek ji daxwazan ev e ku navendeke aydê jinan hebe. Dîlanê bi lêv kir ku ji ber van daxwazan tînin cih gelek kêfxweş in.   ‘Em diyarî hevalên xwe yên jin ên girtî dikin’   Dîlanê destnîşan kir ku Çikezî di heman demê de ji bo jinên li dijî şîdeta mêr têdikoşin xistine meriyetê û got: “Bi taybet em deyndarên hevalên xwe yên girtî ne. Bi saya têkoşîna wan em hêzê digirin. Ji ber vê jî em li her qadê li dijî şîdeta mêr têdikoşin.”   ‘Em projeyên xwe yek bi yek bikin meriyetê’   Dîlanê destnîşan kir ku piştî hilbijartinên 31’ê Adarê şaredarî bi deynekî mezin ji qeyûman girtine û got: “Ez di vir de dixwazim xwerexnedayîna xwe bidim. Di esasê de roja em hatin rêveberiyê ji bo projeyên jinan bikevin meriyetê xebat hatin meşandin. Lê ji ber deynê ku qeyûman hiştibû em di xizmetê de pirsgirêkên mezin jiyan. Dil xwest ku em gelek tiştî bikin lê derfetên me pir kêm bûn. Ji ber vê jî ji bo projeyên me bikevin meriyetê me xebatên xwe bê navber meşandin.”   ‘Jinan nav pêşniyar kirin’   Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Qelqeliyê Civaknas Neslîhan Şedal got navê Çilkezîyê ji çanda xwendawendiyê tê û li ser nêrîna jinan ev nav diyar kirine û got: “Çilkezî tê wateya çel kezî. Her keziyek mijarên cuda digire dest. Ked, aborî, ekolojî. Ev jî jiyanê temsîl dike. Ev jiyan jî jin bû. Me jî xwest bi keda jinê cihekî ava bikin.”   Neslîhanê daxuyakirin ku şîdeta li ser jinê bi rêxistinbûna jinê dikare pêşî lê bê girtin û wiha dawî lê anî: “Ji bo jin bên cem hev û têbikoşin divê cihên li gorî vê bên avakirin. Yek ji sedemên şîdetê ev e ku jin tenê tên hiştin. Dema jin tên cem hev zêdetir xurt in. Em jî dikarin jinan bînin cem hev û rêxistinbûna jinê ava bikin.”