'Pêwistiya koçberan bi alîkariyê heye' 2019-12-04 09:09:38   Xezne Celal   EYN ÎSA - Ji bo gelên herêmên Rojava yên ji ber êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê koçber bûne, meclisa Kantona Girê Spî kampa koçberan nêzî bajarokê Til Seminê vekir.    Meclîsa Kantona Girê Spî bi hevkariya meclîsa sivîl a Reqqa û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kampa koçberan li nêzî bajarokê Til Seminê yê 15 km dikeve Başûrê navçeya Eyn Îsa û 40 km jî li Bakurê bajarê Reqqayê ye hatiye vekirin. Malbatên ku ji ber êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser herêmên Rojava koçber bûne, li kampa koçberên Girê Spî bi cih bûne. Di kampê de nêzî 100 kon hene. Ji bo zarokên li kampê dimînin dibistanek tê amadekirin. Ji Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî Fadiya Şerîf di derbarê avakirina kampê de ji ajansa me re axivî.   ‘Ji bo gelên me perîşan nebin me ev kamp ava kir’    Fadiya Şerîf behsa avakirina kampê kir û wiha got: "Wek Meclîsa Kantona Girê Spî bi hevkariya meclisa sivîl a Reqqa û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, me kampa koçberên Girê Spî ji bo malbatên ku ji ber êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê ji ser axa xwe koçber bûne, vekir. Li gorî serjimariya me kiriye 5 hezar û 250 malbatên Girê Spî li Reqqayê dimînin. Wek Rêveberiya Girê Spî me komîteyên xwe ava kirin ji bo ku malbatên Girê Spî yên li Reqqa hene serdan bikin. Di serdanên malbatan de me dît ku gelê me perîşan bûne, bê cih û war bûne. Li ser vî esasî me ev kamp ava kir. Di avakirina kampê de em gihaştine pêvejoya herî dawiyê. Ev kampa heta hezar malbatî dikare pêşwazî bike û em amade ne ku kampeke din ava bikin. Ji bo ewlehiya gelê me, me ev cih ji wan re hilbijart. Kesên di kampê de bi awayekî serbest dikarin derkevin û werin."   ‘Em dixwazin vegerin cih û warê xwe’   Fadiyayê da zanîn ku rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî ji koçberan re alîkarî pêşkêş nekirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî serdana kampê dikin û rewşa koçberan dibînin, lê tu rêxistinan alîkarî ji koçberan re pêşkêş nekirin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî derfetên di dest wan de heyî alîkariya koçberan dikin. Tevî vê yekê jî pêwistiya koçberan bi alîkariyê heye. Em dixwazin vegerin cih û warên xwe, dixwazin dewleta tirk û çeteyên wê ji xaka me derkevin û ji rêxistinên mirovî yên alîkariyê, Neteweyên Yekbûyê daxwaz dikin ku alîkariyê ji koçberên Girê Spî re bişînin û me bi tenê nehêlin."