ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2019'AN 2019-12-04 09:00:00   *3’yê Kanûnê Roja Astengdaran a Navneteweyî ye. Di vê rojê de astengdarên li Rojava ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê di nava jiyanek zehmet de dijîn. Tevî zor û zehmetiyan Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava hewil dide ku zehmetiyên astengdar di nav de ne kêm bikin û wan beşdarî nav qadên jiyanê bike. Ji Rêveberiya Komeleya Tîrêj a Astengdaran a li Kobanê Emîra Muhemed Elî, rewşa astengdaran  nirxand û bersiva pirsên ajansa me da. DÎMEN HEYE   *Parlamenterên Herêma Federal a Kurdistan û Iraqê Rêzan Şêx Dilêr û Gulîstan Seîd bal kişandin ser mafê jinan a qada qanûnî û gotin: "Çend qanûn hebin jî ne li gorî berjewendiyên jinê ye."DÎMEN HEYE   *Ji bo gelên herêmên Rojava yên ji ber êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê koçber bûne, meclisa Kantona Girê Spî kampa koçberan nêzî bajarokê Til Seminê vekir. DÎMEN HEYE   *Li Qelqeliyê bi pêşniyar û daxwazên jinan, di çarçoveya projeyên ketin meriyetê de Mala Çandê ya Jinan a Çilkezîyê hat vekirin. Hevşaredara Qelqeliyê Dîlan Orencî diyar kir ku tevî deynê ku qeyûm hiştibû, projeyên ku soza wan dabûn yek bi yek bi cih anîne û got derfet kêm in lê xebatên wan ew ê bidomînin. DÎMEN HEYE   *Parêzer Oyku Çakman, diyar kir ku muvekîleke wê ji aliyê mêrê ku bi mehra olî pê re zewicandibû ve rastî şîdetê hatibû û dadgehê der barê vê de biryarek mînak girtiye. Oykuyê wiha got: “Bi dehan carî me der barê ku biryara parastinê hatiye binpêkirin de biryar derxist. Lê pêvajo çiqas zehmet be jî, dadgehê ji bo gumanbar biryara kelepçeya elektronîk girt.” DÎMEN HEYE   *Gorên li Goristana Hececa ku cenazeyên YPS û sîvîlên di qedexeyên derketina derve ya Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dabûn lê hatin definkirin, hatibûn texrîbkirin û di ser texrîbkirinê de 4 sal derbas bû. Hinek malbat gorên xwe bi paçên ku li gorên xwe gerandibûn û nivîsên li ser nivîsîne, nas dikin. BI DÎMEN   *Behriye ku bi çêkirina kanavîçeyê debara xwe dike, ji welatên cuda jî sîparîşan digire. Behiyeyê got bi jinên din re hildiberîne û got gelek jî xwendekarên wê hene. BI DÎMEN   *Hevseroka serdema nû ya giştî ya DBP'ê û Parlamenter Saliha Aydenîz, diyar kir ku DBP mîrateya tevgera siyasî ya Kurd e û wiha got:"Rêbaza herî mezin a têkoşînê yekîtiya neteweyî ye. Me biryara bihêzkirina parastina destkeftiyên xwe ya li dijî faşîzmê û mezinkirina statuya navneteweyî da." BI DÎMEN   *Di 5'ê Kanûna 1934'an de mafê hilbijartinê ya jinê hat bidestxistin lê di 2019'an de mafên jinê tên desteserkirin û hepsî malê tên kirin. Ezgî Sila Demir a ku li ÎHD'ê wekî civaknas dixebite diyar kir ku ew ji bo pirsgirêkên jinê polîtikayên çareseriyê yên bi bandor pêş dixin.  BI DÎMEN