Jinên ciwan li dijî komkujiya Til Rifetê meşiyan 2019-12-04 08:59:12   KOBANÊ - Jinên ciwan ên Kobanê li dijî êrîşên ku li Til Rifetê ji aliyê dewleta tirk ve pêk hat bi meşekê şermezar kirin.   Pêşengtiya Kongra Star ya Kobanê, Yekîtiya Jinên Ciwan a Kobanê li dijî êrîşa ku dewleta tirk li navçeya Til Rifetê pêk anî û tundiya ku li ser jinan tê meşandin bi meşekê şermezar kirin. Jinên ciwan di meşê de wêneyên zarokên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane û pankartên bi nivîsa "Li dijî komkujiya dewleta tirk a dagirker serî hilde", "Li hemberî qatilama li ser jin û zarokan serî hilde ber xwe bide" û "Em komkujiya ku dewleta tirk li dijî zarok û sivîlan li Til Rifet pêk anî şermezar û lenet dikin" hildabûn. Meş ji qada Aşîtî dest pê kir û piştî gihaştin qada jina azad rawestiya. Paşê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hate girtin. Bi navê Yekîtiya Jinên Ciwan ên Kobanê daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama jinên ciwan Dilê Berkel ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   “Wek tê zanîn bi salane li ser jinan polîtîkeyên kuştin, tacîz, tecawiz, zewaca temenê biçûk û qetilam tên meşandin. Jin her tim li her derê li hember qatilaman ber xwe dide û dixwaze dengê xwe bilind bike û bigihîne her derê. Sedsalan berê jî jin wek xwişkên Mîrabel her têkoşîn kir û ev keda jinê hişt ku îro dengê wan bigihêje her derê. Li Rojava  îro jî têkoşîna tevgera azadiya jin,  berxwedana jin mezintir û bi hêztir kir.   'Jinan hêviya xwe di şoreşa Rojava de dîtin'   Bi perspektîfa Rêber Apo re jinê xwe û nasnameya xwe, hîn bêtir nas kir û îro dengê xwe yê berxwedêr gihand tevahî cîhanê. Bi taybet jî di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de pêşengtî kir, hêza jinê gihaşt asta serkeftinê. Ev serkeftina jinê deng da tevahî cîhanê û bi sedan kesî berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û tevlî şoreşa Rojava ya jinê bûn. Bi taybet li hember tundiya jinê, li hember qirkirinê bi dehan jinên welatên din berê xwe dan Rojava û tevlî şerê azadiyê bûn. Cihekî weke qada azadiyê li Rojava hat naskirin, jinên ku li hember şidetê bê hêvî mabûn, hêviyên xwe di şoreşa Rojava de dîtin. Ji bo vê bi taybet îro hêzên desthilatdar Rojava hedef girtin. Hemû hêzên desthilatdar li hember Rojava bûn yek bi destê qatilê zarok û bebekan, faşist Erdogan êrîşî Rojava dikin. Li hember van êrîşan tevahî mirovahî îro radibin ser piyan. Dewleta tirk û hevkarên wê her çiqas bixwaze Rojava dagir bike jî, li hember ev êrîşan bi pêşengtiya hêza YPJ’ê hêzên azadiyê li ber xwe didin.   'Hemû dewlet çavê xwe ji Erdogan re digirin'   Careke din li Til Rifetê qetilama ku li ser 8 zarokên me hatî kirin armanca dagirkeran dîsa da îspatkirin. Heta niha di nav êrîşên dawiyê de 162 zarok hatine qetilkirin û giştî dewlet  li hember van qatilaman bêdeng e û çavê xwe ji faşîsta Erdogan re digirin.   'Dagirkirina axa Rojava, dagirkeriya keda jinê ye'   Dagirkirina axa Rojava, ne tenê dagirkirina warekî ye, dagirkirina keda jinê ye. Ji bo vê jî îro jin ji her demê zêdetir, li hember dagirkerî, hişmendiya mêr, qetilaman û zewaca temenê biçûk têkoşîna xwe mezin dikin û li ber xwe didin. Em jî weke jinên ciwan şopdarê rêhevala Hevrîn, Amara û dayika Eqîde di nava şerê Rojava de em ê asta pêşengtiyê de cihê xwe bigirin û em ê her tim di nava têkoşînek mezin de bin. Taybet wekî jinên ciwan ên Kobanê ku Kobaniya bi navê berxwedana xwe hatiye naskirin û bi pêşengên weke Arîn Mîrkan û Barînan xwedî kiriye, nehîştiye Kobanê bikeve. Em ê jî xwedî li mîrasê wan derkevin. Em ê dawiya vî şerî bi serkeftina jinê re tacîdar bikin.”   Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.