UNÎCEF: Kesên êrîş kirin divê ji kuştina zarokan berpirs werin dîtin 2019-12-03 17:02:12   NAVNEDA NÛÇEYAN - UNÎCEF'ê bi daxuyaniyeke niviskî diyar kir li Til Rifatê 8 zarokên temenê wan kêmî 15'an e, hatine kuştin û got, êrîşkar divê ji kuştina zarokan berpirs werin dîtin.   Berdevka Fona Alîkariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNÎCEF) Marîxîe Mercado bi daxuyaniya ku da bal kişande ser zarokên ku bi êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li Tilrifetê jiyana xwe ji dest dan. Mercado got bi bombebarana 2'yê Kanûnê 8 zarokên ku temenê wan di bin 15'an de bûne hatine kuştin, 8 jê birîndar bûne û wiha domand, ''Vê meha dawî ji ber êrîşan li Bakurê Sûriyê 34 zarok hatine kuştin''. Di êrîşê de 8 jê zarok 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û ji 10'an zêdetir jî birîndar bûne.   Mercado got li gelek navendên Sûriyê ji ber şer her ku diçe zêdetir zarok dimirin û prensîba ku divê di şer de zarok bên parastin di şerê 9 salan de yê li Sûriyê tim hatiye piştguhkirin. Mercado bang li aliyên şer ên li Sûriyê kir ku di her şertî de mafên zarokan biparêzin û got,''Ên ku êrîş anîne, ji ber ku bi qest zarok kuştine divê berpirs werin dîtin.''