Rêxistina Mafê Mirovan û Heyva Sor a Kurd a Efrînê êrîşa li ser Til Rifetê şermezar kirin 2019-12-03 16:43:10   ŞEHBA - Ji bo şermezarkirina êrîşa li ser Til Rifetê, Rêxistina Mafê Mirovan û Rêxistina Heyva Sor a Kurdî ya Efrînê daxuyaniyek li kampa berxwedan a Şehbayê dan.   Rêxistina Mafê Mirovan û Rêxistina Heyva Sor a Kurdî ya Efrînê bi armaca şermezarkirina êrîş û komkujiyên dewleta tirk di derheqê gelê Efrînê yên koçî bajarê Til Rifetê bûne daxuyaniyek li kampa Berxwedan a Şehabyê dan. Bi tevlîbûna endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de wêneyên şehîdên komkujiya Til Rifetê û pankertên bi nivîsa "Erdogan axa me dagir dike, zarok û mezinên me dikuje Rusiya jî bêdeng e" hatibû hildan. Daxuyanî ji aliyê Rêxistina Heyva Sor a Kurdî ya Efrînê Zîlan Elî ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Di dîroka 2’yê kanûnê ya 2019’an de dewleta tirk bi  topebaranek bi kîn û terorî top seranserê koçberên Efrînê yên li bajarê Til Rifetê dimînin barand. Kenên li ser lêvên zarokên bê sûc hedef girtin û xwîna wan li kolanên bajar herikandin. Qêrîna dayikan gihaşt asîman. Dema dîtin zarokên wan li erdê ne û parçeyên laşên wan jî li kolanê ne ku lê dilîstin belav bûne, xwîn herikiye ku di encamê de 12 sivîl birîndar bûne 8 zarok û 2 sivîl bi temenê mezin jiyana xwe ji dest dane. Sûcê van zarokan çi ye? Ev ne cara yekem e ku ev êrîşên li ser Til Rifet pêk tê, ji roja ku Efrîniya ku gav avêtiye van deveran û maşîna kuştinê li pey dide, di dîrokên cur bi cur de di hundir sal û nîvekê de êrîşên li ser Til Rifetê berdewam e û nêzî 96 kes jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.   'Em êrîşên li ser Til Rifetê şermezar dikin'   Em weke Rêxistina Heyva Sor a Kurdî û Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê bi tundî van êrîşan şermezar dikin û weke sûcên şer yên dijmirovahiyê bi nav dikin di heman demê de ev komkujiya li dijî hemû hevpeymanê Navnetewî yên mafê mirovan bi taybet yên girêdayî parastina mafê koçberan. Rewşa birîndarên komkujiya Til Rifetê gelekî xetere ji ber sedemên kêm derman, endamên tendirustî, amûrên bijîşkan û ambulansan lewma dibe ku ji kêm derfetan hin ji wan jiyana xwe ji dest bidin. Her wiha rewşa derûniya malbatên birîndar û kesên jiyana xwe ji dest dane gelekî trajîk û xemgîn e.   'Îro roja astengdaran bû'    Îro roja astendaran bû, me jî weke rêxistinek mirovî xwe amade kiribû ku bi erkên xwe li hember kesên xwedî pêdîviyên taybet rabin û şahiyekê ji wan re li dar bixînin. Em bang li hemû rêxistinên Navnetewî yên mirovî û tendirustî dikin ku êrîşên li ser Til Rifetê şermezar bikin û dest bidin me ku em bi hev re alîkarî pêşkêşî koçberên Efrînê bikin.    Daxuyanî bi dirûşma "Bijî Berxwedana Efrînê", "Qatil Erdogan" bi dawî bû.