IPU: Tirkiye di binpêkirina mafan de welatê 3’yemîn e 2019-12-03 16:41:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Perlementeran a Navneteweyî (IPU) ragihand ku welatê herî zêde parlementer rûbirû yê binpêkirinên mafan tên yek jê Tirkiyeye û Tirkiye di rêza 3’an a van welatan de cih digire.   Yekîtiya Perlementeran a Navneteweyî (IPU) bi wesîleya 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan daxuyaniyek da û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên parlementer sala 2019’an rûbirû mayî.    Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li gorî lêkolînên li qadan hatiye kirin di sala 2019’an de li 40 welatên cuda bi giştî 533 parlementer mafên wan hatine binpêkirin û ev hat gotin: “Piraniya van binpêkirinan ji aliyê hikûmetê ve zextên tund ên li ser parlementerên muxalîf tên kirin û ev zêdetirê xwe li welatên krîzên siyasî lê hene xwe didin pêş.”   IPU diyar kir ku hikûmet ji bo muxalefetê bitirsînin otorîteriya xwe bi kar tîne, zext û çewisandineke yekcar mezin li ser parlementeran dikin. IPU di daxuyaniyê de wiha got: “Xespkirina mafên parlementerên muxalîf heman deme nayê wateya derbkirina demokrasiye, heman deme tê wateya lewaziya di nava hikûmetê de jî. Sînordarkirina bê hiqûqî ya ji erkêgirtina parlementeran, kêmbûna darezandina bi adil, binpêkirina mafê derbirînê, tehdit, êşkence û nêzîkatiyên xirab. Ji bo binpêkirinên li ser parlementerên muxalîf ên li Tirkiyeyê tên kirin jî lêkolîn bikin di sala 2019’an de me heyetek şandin Tirkiyeyê. Rewşa Hevserokê Berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê li girtîgehê ye hate şopandin û binpêkirinên hatine kirin hatin şopandin.”   IPU welatên li cîhanê di binpêkirinên mafan de herî zêde li pêşin wiha rêz dike:   Venezuella: 102   Yemen: 71   Tirkiye: 58   Kamboçya: 57   Filistin: 39   Komara Demokratîk a Kongo: 34   Kolombiya: 22   Madagaskar: 12   Erître: 11   Burundî: 9