Şêniyên Şehbayê meşiyan ber nokteya Rûsan 2019-12-03 13:50:24   ŞEHBA - Li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Til Rifatê, şêniyên Şehbayê daketin qadan û berê xwe dan noqteya rusan û êrîş şermezar kirin.   Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk şêniyên Efrînê û Şehbayê daketin qadan û berê xwe dan noqteya rusan. Meş ji destpêka gundê Wehşiyê dest pê kir. Di meşê de wêneyên zarokên ku li Til Rifetê jiyana xwe ji dest dane û yê birîndar bûne hatibûn hilgirtin. Piştî gel gihaşt nokteya rusan şandeyek ji nûnerên Meclîsên Kantona Efrîn û Şehbayê, mafê mirovan û Rêveberiya Xweser derbasî noqteya rusan bûn.    Peyama ku hate ragihandin wiha ye:   "Em lihevkirina tirk û rusan şermezar dikin. Şêniyên Efrînê yên ji ber êrîşên dewleta tirk koçî Şehbayê bûn hêviya xwe ya ji bo vegera Efrînê winda nekirine. Berdewamiya berxwedana gel ew ê bidome."   Her wiha şandeya ku çû noqteya rusan bersiva rusan di derbarê komkujiya Til Rifat de pêk hatiye ji gel re ragihandin. Bersiva rusan ew bû ku dê daxwaza gel ji Rûsyayê re ragihînin.   Çalakî hin jî dewam dike.