TJK-E: Li hemberî êrîşan bêdeng nemînin 2019-12-03 13:25:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) li dijî êrîşên dewleta tirk a li hemberî Şehbayê bang li raya giştî kir û got: "Divê tu kes li hemberî êrişên faşîst bêdeng nemîne."   Dewleta tirk, li navçeya Til Rifatê ya herêma Şehbayê zarokên ji dibistanê derdikevin bombe kir. Ji ber bombardûmanê 10 sivîl hatin qetilkirin ku 8 ji wan zarok bûn û 10 jî birîndar bûn.   Di daxuyaniya TJK-E'yê de wiha hat gotin: "Bêguman dewleta Tirk a bi van êrişan hewl dide Kurdan bi temamî tune bike. Van êrişan jî li pêş çavên cîhanê dike û cîhan li pêşberî komkujiyê bêdeng dimîne. Her welat, sazî û hêza li pêşberî vê bêdeng in hevparê hovîtiyê ne. Zarokên Kurd bi taybetî bûne hedef û ev yek dewama qirkirina Kurdane. Armanc ji planên dewleta tirk bêmirovhiştina Kurdistanê û koçberkirina Gelê Kurd ji warê xwe ye. Ev êrişên hewldana ji bo ji nû ve dagirkirina Kurdistanê ye. Lê belê gelê me wê van êrişên faşîzan têk bibin. Mêtingeriya Tirk, hêzên komploker ên navneteweyî û nokerên wan wê têk biçin."   Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk polîtîkayên xwe yên dijminatiya li Kurdan li her qadê dewam dike û wiha hat diyarkirin: "Ji ber vê yekê divê Gelê Kurd li pêşberî êrişên dewleta Tirk ên faşîzan bêdeng nemîne. Ji bo parastina hebûna xwe û mafê jiyana azad divê dengê xwe bilind bike û xwedî gel û zarokên Rojava derkevin. Em van êrişan şermezar dikin. Di serî de jinên Kurd bang li tevahiya Kurdistaniyên li Ewropayê dikin ku polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk li her qadê şermezar bikin. Roj roja têkoşîna li dijî faşîzmê ye."