ÎRA: Di meha mijdarê de 4 rojnameger hatin girtin 2019-12-03 12:36:30   AMED - Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad rapora xwe ya meha mijdarê aşkera kir. Li gorî raporê di meha mijdarê de 4 rojnameger hatin girtin û 5 rojnameger jî bi êrîşan re rûbirû man.    Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) rapora xwe ya binpêkirina mafên rojnamegeran a meha mijdarê aşkera kir. Înîsiyatîfê bal kişand ser bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê ku beriya 25 salan hate kirin û êriş şermezar kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di asta heyî de avahiyên rojnameyan neyên bombekirin jî êriş dewam dikin. Yên ku êrişî rojnamevanan dikin mîna 25 sal beriya niha em ji wan re dibêjin; ev agir wê we jî bişewitîne."   Di raporê de hate ragihandin ku zexteke bi rêk û pêk li rojnamevanan tê kirin û hat gotin: "Nepêkane ku mirov li Tirkiyeyê qala azadiya çapemeniyê bikin." Rapora ku hatî aşkerakirin wiha ye: "Di nav mehekî de 12 rojnameger hatin binçavkirin. Polîsan bi ser malên 8 rojnamegeran de girtin. 4 rojnameger hatin girtin. 5 rojnameger bi êrîşan re rû bi rû man. Derbarê rojnamegerekê de lêpirsin hat vekirin. Derheqê 2 rojnamegeran de jî doz hat vekirin. Darizandina 51 rojnamegeran jî didome. Ceza li 13 rojnamegeran hat birîn (Derbarê 12 rojnamegeran de 45 sal 15 roj ceza hat birîn û ji bo rojnamegerek jî 7 hezar TL cezayê pere hat dayîn). Her wiha li gorî raporê li girtîgehê 139 rojnameger hene."