Meclîsa Jinên Sûriyeyê li dijî şîdetê belavok belav kirin 2019-12-03 12:15:01   KOBANÊ - Meclîsa Jinên Suriyeyê di çarçoveya rêzeçalakiyên 25'ê mijdarê de belavok belav kirin û bal kişandin ser şîdeta li hemberî jinê.   Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê, Meclîsa Jinên Sûriyeyê bi dirûşmeya "Em bi hev re bibin alîkar êrîşên li ser jinan bidin rawestandin" li sûka Tilel a Kobanê belavok belav kirin.    Di belavokê de êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tundiya ku li ser jinê tê kirin û komkujiyê ku li ser sivîlan tên kirin hatibû nivîsandin.     Endama Meclîsa Jinên Sûriyeyê Xunav Mehmud da zanîn ku ew ê li hember tundiya li ser jinan têbikoşîn û bi berxwedana Hevrînan wê tûndiyê bişkinin.    Her wiha rêzeçalakiyên 25'ê Mijdarê dê heya 10'ê kanûnê bidome.