Jinên êzidî ji bo parastina xwe perwerdeyê dibînin 2019-12-03 11:23:37   Nesrîn Hisen/Vıyan Seîd   ŞENGAL - Li Şengalê jinên êzidî di pêşengiya TAJ'ê de li hemberî êrîşên li ser wan ku bi dawî nabin tên perwerdekirin û birêxistinkirin.   Di 3'ê Tebaxa 2014'an de civaka êzîdî bi fermanê ra rûbûrû mabû. Di fermanê de gelek jin û keç ketinibûn destê çeteyên DAÎŞ. Jinên êzîdî ku ketibûn destê çeteyan wek kole hatin bikaranîn û li bazaran hatin firotin. Jinên êzidî ku di sedsala 21'ê  da bi şîddeta herî hov ra rûbûrû mabûn. Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) biboneya jinên êzîdî hem di alî fikrî, îdeolojîk û xwe parastina cewherî da bên perwerdekirin, Dewereya Perwerdê ya bi navê Hefvîn Xelef da destpêkirin. Jinên ku tevlê perwerde bûne kefxweşiya xwe û hestên xwe anîn ziman.   Divê jinên êzidî parastina xwe bikin   Nesîme Şengalê  derbarê perwerdeya ku hat destpêkirin  û tevli bû de wiha got: “ Îro ji bo me şanaziyeke ku jina êzîdî xwe perwerde dike. Îro em perwerdeya xwe bi çek dibînin. Duh jî me perwerde ya îdeolojîk û fîkrî dit. Rastî jî ji bo jina êzîdî pêwîstîyek bû û pêwîste ku hemû jinên êzîdî xwe ji alî îdeolojîk, karibe xwe birêxistin bike. Ji ber ku di dema fermanê de jina êzîdî ne rêxistinkirî û ne perwerdekirî bû nikaribû xwe bipareze û ketin destê çeteyên DAÎŞ. Hevîya min we ku hemû jinên êzîdî xwe bi rêxistin bikin, karibin xwe biparêzin û her karî bidin meşandin."    'Em bi perwerdeya dibînin gelek kêfxweş in'    Emşe Hesen jî biboneya perwerde ku hatiye dîtin nerînên xwe wuha bilêv kir: “ Em îro gelek kêfxweş in ku em jinên êzîdî li hev kombûne û perwerdeyê dibînin. Perwerde ji bo me gelek gîrîng e. Pewîstiya jina êzîdî hem di warê îdeolojîk de û hem jî di warê fikrî de bi perwerdeyê heye. Çawa ku zarokên me ji bo gele xwe biparezin ferî bikaranîna çekan dibin  pêwîste em jî xwe ferî bikaranîna çekê bikin. Perwerde dîtin û ferî çekê bûyun ji bo me kefxweşiyeke mezin e.”     Jina ciwan Henan Xerê  jî bi kurtasî hestên xwe wuha bilêv dike: “ Perwerdeya me 10 rojin berdewam dike îro jî beşa me ya perwerdê ya xweparastinê bû. Heger beriya fermanê me zanibiya çekê karbînin jinên êzîdî nediketin destê çeteyan. Daxweza min ew e ku hemû jinên êzîdî xwe perwerde bikin û pêşiya fermanan bigirin.”