Ji 30 kesên hatibûn binçavkirin 7 jê hatin girtin 2019-12-03 11:20:22   ÊLIH - Di çarçoveya operasyona li KCD'ê hatibû kirin de 30 kes hatibûn binçavkirin. 3 kes bi şerdê kontrola edlî serbest hatin berdan û 7 kes jî hatin girtin. Her wiha îfadeya 20 kesî jî dewam dike.    Di 27'ê Mijdarê de di encama biserdegirtina malan de delegeyên KCD'ê, endamên Komeleya Mafên Mirovan, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê û rêveber û endamên HDP'ê bi tevahî 30 kes hatibûn binçavkirin. Ji 30 kesî 10 kes îfadeya wan a emniyetê hat temamkirin û do di saetên şev de sewqî Edliyeya Êlihê hatin kirin. Her wiha 3 kes bi şerdê kontrola edlî serbest hatin berdan û 7 kes jî hatin girtin. Her wiha îfadeya 20 kesî jî dewam dike.