Zarokên Baxçê Saweyan fêrî rêyên parastina jingeyê dibin 2019-12-03 09:58:25   Have Elma    SILÊMANÎ - Îro bi pêşengiya parêzgerên daristan û jingehê ya parêzgeha Silêmaniyê de mijara wan di derbarê çawa jîngehê û lawiran bi parêzin ji bo zarokên Baxçeyê Sawanan tên dayîn.   Parastina jîngehê û lawiran peywendiya xwe bi hemû kes û civakê ve heye. Ev mijare bi pêşengtiya parêzgerên jîngeh û lawiran ji bo zarokên Baxçeyê Saweyan tê dayîn. Zarok bi rêya fêrbûna wêne, pêwîste di demê seyran û geştiyariyê de jingehê paqij bigrin û hemû lawirên dijîn keyfa wan xweş bikin û rê nedin bi êşînin.   Îla Azad yek ji wan zarokan ji ajansa me re behsa vê yekê kir û got: “Fêrbûna wan di demê berf û sermayê de xarin bidin firindeyan û ajalan biparêzin." Meylî Arî zarokek ya Baxçê Saweyan e û wiha axivî: “Nabe ku dar werin şewitandin, yan jî birîn, nabe lawir werin kuştin yan jî girtin.”   Piştî nîşandana vê mijarê ji aliyê rêveberên parêzgerên daristan û jingeha parêzgeha Silêmanî, zarokên Baxçeyê Saweyan stranên xwe pêşkêşî jingehê kirin û biryar dan ku jingeha wan xweş be û dê biparêzin.   Dayina vê mijarê di demekê de, salane ji aliyê hemwelatiyan ve rejeyek zêde girtina firinde û lawirên di firin ji aliyê hemwelatiyan tê rewa kirin, mebesta rêveberiya daristanan belavokên şiyarî dayîna  parastina jingehê ji aliyê kesan ve tê belavkirin.