‘Em di nav jiyanê de ne, ji bo siberojên azad têdikoşin’ 2019-12-03 09:16:32   Fîlîz Zeyrek \ Berfîn Dogan   EDENE - Xwendekarên Zanîngeha Çukurovayê bertek nîşanê zêdebûna şîdeta li ser jinan, polîtîkayên bêcezakirin û rewakirina şîdetê dan û diyar kirin ku jin di nav jiyanê de ne û ji bo siberojên azad têdikoşin.   Li gorî aktîvîstên mafên jinan, di 17 sal desthilatdariya AKP’ê de sedema zêdebûna şîdeta li ser jinan û kuştinên jinan polîtîkayên bêcezakirinê ne. Li gorî îstatîstîkan di navbera 2015-2018’an de herî kêm hezar û 559 jin hatin qetilkirin. Di 2015’an de 414, di 2016’an de 367, di 2017’an de 387, di 2018’an de 291 jin hatin qetilkirin û di 10 mehên ewil yên 2016’an de jî 300 jin hatine qetilkirin. Xwendekarên zanîngeha Çukurovayê, ji bo pêşîgirtina qetilkirina jinan divê demildest tedbîr bên girtin.   ‘Ne çareserî sedeman hildiberînin’   Xwendekara pola duyemîn a Fakulteya Ragîhandinê Yaser Sari, bertek nîşanê rewakirina kuştinên jinan da û got: “Em çiqas bertek nîşan bidin jî nabe çareserî. Dibêjin ‘mêr e dike’, ‘jinê tiştek kiriye’.Tu kes bi rastiyê re eleqeder nabe. Divê riyên çareseriyê yên pêşî li qetilkirina jinan digire bên dîtin. Mêrên çekan digirin destê xwe dibêjin ‘namûsa min e’ û dikuje. Em nikarin li kolanan bimeşin. Em êdî ditirsin. Mixabin hejmara jinên tên kuştin zêde dibe. Hêvîdarim pêşî li vê bê girtin.”   ‘Dewlet ji bo pêşîgirtinê tiştekî nake’   Zelal Goçer jî wiha got: “Dayik, xwişkên me her roj tên kuştin. An jî rastî şîdeta zeyendî û psîkolojîk tên. Du sedemên girîng yên şîdetê hene. Yek ji van jî newkehevî ye. Ji bo pêşî li şîdetê bê girtin tiştek nayê kirin. Berovajî vê ceza tên daxistin. Kujer jî piştî demekê tên tevlî me dibin.”   ‘Em ji bo siberojên azad hewl didin’   Zelalê daxuyakirin dewlet di vê mijarê de sê meymûnan dilîzin û got divê jin hîn bêtir xwe rêxistin bikin û têbikoşin û wiha pê de çû: “Bav, bira û hevjîn der barê her tiştê jinan de biryarê didin. Dema jin rastî tacîz an jî tecawizê tên sûc bi jinan re dibînin. Em jin di nav jiyanê de ne. Em şîdeta li ser jinan şermezar dikin û ji bo siberojên azad têdikoşin.”   ‘Jin daketin qadan’   Ji xwendekaran Gullu Aslan jî bi lêv kir ku ji ber di her qada jiyanê de cih digirin zîhniyeta serdest ya mêr nerehet dibe û wiha dawî lê anî: “Jin daketin qadan û ji bo rêbazan biguherin hemû rêbazan diceribînin. Mêr hîs dikin ku hêza wan hêdî hêdî ji destê wan diçe. Ji bo vê hêzê zêde winda nekin jî têdikoşin. Di vir de gotina girîng hêz e. Mêrên ku hîs dikin hêza wan ji destê wan tê girtin zêdetir êrîşkar dibin.”