Gumanbarên tên berdan îstîsmar û tacîzê didomînin 2019-12-03 09:14:54   Dîlan Babat   ENQERE - Li Mamak a Enqereyê li kafeya bi navê Cafe Woods bi zorê hişbir ji bo zarokê hatibû dayîn û dayika wê N.D diyar kir ku gunbar hîna wan tacîz û tehdî dikin û da zanîn ku gumanbar dizanin ku dozger û dadger wan diparêzin ji ber vê jî bi rehetî her tiştî dikin.   Li Enqereyê sala borî li Mamakê li Cafe Woodsê kesên bi navê Sedat Akşun, Îdrîs D., B.Y, û Î.A bi zor madeya hişbirê dabûn zarokê û îstîsmara zayendî li hember wê pêk anîbûn. Doza der barê îstîsmarê de 9 rûniştin berdewam kiribû û gumanbar Îdrîs D. 18 mehan di girtîgehê de mabû û piştre hat tahliyekirin. Gumanbarên li deve û Sedat Akşun yê girtî jî malbatê hîna tacîz dikin. Dayika zarokê N.D tiştên jiyan û tacîz azeyndî ya gumanbaran vegot.   Dozgeriyê zarok sûcdar dît   N.D diyar kir ku piştî zaroka wê rastî îstîsmarê hatiye binpêkirin jî hatine jiyîn û qerekol û dozgeriyê jî zarok sûcdar nîşan dane û got: “Piştî bûyera hat serê keça min em çûn qerekolê. Lê wekê tiştek nebûye tevgeriyan Gotin ‘tiştek tune hûn çi dixwazin.’ Hişbir dabûn keça min lê mînaka xwînê jî negirtin. Raporek nedan me. Gumanbar B.Y û B.Y li dibistanê hatin ber keça min û tehdîd û heqeret lê kirin. Ez diçim keça xwe ya biçûk ji dibistanê digirim lê li wir disekinin û min tehrîk dikin.   Gumanbaran li ser zarokê hesabên sexte vekirin   N.D destnîşan kir ku piştî îstîsmarê gumanbaran wêne û navê keça wê bikar aniye û hesabên sexte vekirine û got ew jî dizanin ku dadger û dozger wan diparêzin û ji ber vê jî her tiştî bi rehetî dikin. N.D got dozgerê dozê guheriye û di rûniştina 10’emîn de ku wê di meha kanûnê de bê dîtin, dozger mutala xwe bide û got: “Em ê pêşa van bernedin. Ne zarokên me divê gumanbar bi şermê bijîn. Qanûn têr nakin. Divê demildest pêşî li vê bê girtin. Ez hîna ji aliyê wan ve rastî tehdîd û tacîza têm. Gelo divê ez çi bikim. Ez li ku li edeletê bigerim. Ez xwe tenê hîs dikim.”