Li Rojava bi armanca piştevaniya YPJ'ê çalakiyên girseyî 2019-12-02 17:42:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi armanca piştevaniya hêzên YPJ'ê li seranserî Rojava di çerçoveya rêzeçalakiyên 25'ê mijdarê de meş hatin lidarxistin.   Bi pêşengtiya Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi dirûşmeya "Bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkeriyê têk bibin" li bajarê Qamişlo, Kobanê, Dêrîk, Tirbespiyê û Til Temirê gelek kes daketin qadan û piştevaniya xwe ji hêzên YPJ'ê re diyar kirin. Di meş de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên têkoşerên azadiyê û alên YPJ'ê hatibûn hildan.   Bi pêşengiya Meclisa Jinên Bakurê Sûriyeyê meşa girseyî  hat lidarxistin   Di nava rêzeçalekiyên Kongreya Star de û di çarçoveya hemleya 25'ê Mijdarê de, ji bo piştgirtiya YPJ'ê, li bajarê Qamişloyê  Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek lidar xist. Meş bi tevlîbûna  bi sedan jinên ji tevahî sazî û rêxistinên jin yên bajêr pêk hat. Di meşê de wêneyên şervanên jin ên ku canê xwe ji bo axa pîroz feda kirin hatin hilgirtin. Meş ji Çerxereya Şerqê dest pê kir û li Çerxereya Sonî veguherî mîtîngê.   'Têkoşîn ji bo parastinê ye'   Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama  Meclisa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Hesaf ve hat xwendin û wiha hat gotin: "Têkoşîna YPJ'ê  ji bo parastina mafê me hemû jina ne. Destpêkê em bejna xwe li hember hemû pakrewanên azadiyê ditewînin. Pakrewanên ku bi rihê xwe yê  fedayî riya têkoşînê ji me re ronî kirin. Dewleta tirk  a dagirker bi hemû hovîtiya xwe li hember têkoşîna hêzên me têk diçe. Piştî ku dewleta tirk a dagirker êrîşî herêmên me kir, aloziya Sûriyê di merheleyeke nû re derbas bû di navbera bercewendiyên qirêj yên dewletên navnetewî û herêmî. Dewleta tirk komkojiyan derheqê şêniyên herêmê de pêk  tîne. Avakirina hêzên parastina jinê şoreşek nû ji bo rêka têkoşîna jin û di nav de jî reng û nasnameya jin parast. YPJ'ê azadiya jinan misoger kir û bû bersiv ji hemû êrîşên ku detsdirêjiyê li ser destkeftiyên jinan dike. terora DAIŞ'ê li hember tilêliyên şervanên jin têk çû. Em dikarin bêjin YPJ'ê hêza jinan ya demê ye. Îro ji hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê xwestin ku piştgirtiya têkoşîna jinê bikin û destkeftiyên xwe yên demokratîk  di nava vê şoreşê de biparêzin."   'Em ê bibin parêzvanên vîna tevahî jinan'   Piştî daxuyaniyê, peyama YPJ'ê hat xwendin û wiha hat gotin: "Ji eniyên têkoşînê û hêviya serkeftinê, em silavên gerim ji hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re yên ku bi vîna xwe bûne fedakarên şoreşê re dişînin. Di nava têkoşîna 9 salan de ji keda mezin, me dikarîbû em hezkirina xwe di nava dilê tevahî jinên cîhanê de çê bikin û bibin hêviya tevahî jinan. Baweriya me bi hêza me ya civakê û dayikên şoreşê heye, ji bo wê jî em soza xwe ji bo we dûbare dikin ku em ê bibin parezvanê vîna tevahî jinan."   Meş bi dirûşmên " Bijî berxwedena YPJ","Jin jiyan azadî " bi dawî bû.   Li Kobanê gel daketin qadan    Bi pêşengtiya Mecelisa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Suriyê û bi tevlîbûna bi sedan ji şêniyên bajêr sazî û dezghên jin meşek hat li darxistin. Meşa ku ji bo piştgirtiya hêzên şevanên jin YPJ'ê hatiya çêkirin ji Qada şehîd  Egît dest pê kir û li qada jina azad veguherî mîtîngê. Di meşa girseyî de pankertên weke" bijî berxwedan YPJ'ê"," Ji dagirkeriyê re na"  û alên Kongreya Star û wêneyên şervanên jin hatin hildan. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, li ser nave Meclisa Jinê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama meclisê Cihan Xidro ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hemû şehîdên azadiyê hatin bibîranîn û wiha hat gotin: "9 salin berxwedana YPJ’ê li cîhanê deng veda û gelek guhartin û veguhartin bi xwe re anî. Bi saya berxwedan û têkoşîna ku YPJ’ê dide meşandin şoreşa Rojava bi şoreşa jinê hat bi nav kirin. Jin di qadên siyasî, civakî, çandî û aborî de ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li cîhanê tevahî bûne xwedî hêz û biryar. YPJ’ê parastin ji bo jinan hemû û mirovahiyê peyda kir. Ew destkeftiyên ku bi dest xistin ji bo jinên Sûriyê û tevahî jinên cîhanê ne."   'Bi rihê Hevrîn, Arîn û yadê Eqîde azadî misoger dibê'   Îro bi pêşengtiya Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li seranserî Bakurê Sûriyê meşên bi armanca piştgiryia hêzên YPJ'ê  hat lidarxistin. Li Navçeya Til Temir jî bi sedan ji gelên navçeyê li Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û meşeke girseyî li darxistin.   Di meşê de alên YPJ'ê û pankartên bi nivîsa"Bi berxwedana Hevrînan em ê dagrikerî û faşîzmê têk bibin", "Amara Rûmeta me ye", "Em hemû Hevrîn, Amara û Ronahî ne", "Jin Jiyan Azadî"  û wêneyê Endama Ragihandina YPJ'ê Dilovan Gever hatin hildan.   Meşa ji SMŞ'ê hat destpêkirin û li ber Mizgefta mezin rawestiya.  Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser giyanê cangoriyên azadiyÊ, peyama YPJ'ê Rêvebera Komîteya Dibistanên navçeya Til Temir Leyla Simêla xwend û Endama Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Çinar Yûsif jî axaftin ki.   Peyama YPJ'ê wiha ye: "  "Em ê bi rihê Hevrîn, Arîn, dayika Eqîde azadiyê li tevahî cîhanê misoger bikin, têkoşîna 9 salan a jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li tevahî cîhanê dengveda û bû hêviya serkeftinê. YPJ bû dengê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ev îradeya jinê yekîtiya rih, fikir, beden, bawerî û hêviya serkeftinê ye."   Li Dêrikê çalakî   Di çerçoveya rêzeçalakiya 25'ê mijdarê de, Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Dêrîkê yê girêdayî Kantona Qamişlo meş  li dar xist. Bi sedan şêniyên Dêrîkê, sazî û dezgehên sivîl tevlî meşê bûn. Di meşê de wêneyên têkoşerên azadiyê û alên YPJ'ê hatibûn hildan. Meş ji Qada Azadiyê despêkir heta qada jina şoreşger dewam kir. Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, peyama YPJ'ê ji aliyê mamosteya zimanê kurdî, Etiya Şehwan ve hat xwendin. Her wiha daxuyanî jî ji aliyê Koordînasyona Meclîsa Jin a Sûriyê  Taz Başa ve hat xwendin.   'Heta dawiyê em ê axa xwe biparêzin'    Daxuyanî wiha ye: "Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rolek pir mezin di şoreşa Rojava de lêyistin. Em êrîşên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin. Heta dawiyê em ê axa xwe biparêzin. Me di despêka şoreşê de soz da têkoşerên azadiyê û em ê axa xwe biparêzin. Îro jî bi rêya Hevrîn, Amara û dayê Eqide  em soza şopandina rêya têkoşeran nû dikin."   Peyama YPJ'ê ku hat xwendin de ev tişt hat gotin: ""Ev 9 salin jin di şoreşa Rojava de têkoşîn û bedelên giran dan. Ji vê kêliyê û şun ve çi xebat, têkoşîn û berdêl ji me were xwestin, em ê ji her demê zêdetir bi erk û berpirsiyarî xwe ya dîrokî rabin."   Meş bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.   Li Tirbesipiyê mîtîng hat lidarxistin   Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25'ê mijdarê û bi armanca piştgiriya berxwedana Şervanên YPJ'ê bi hezaran şêniyên navçeya Tirbespiyê  daketin qadan û piştgira xwe  ji bo YPJ'ê nîşan dan.Meş li ber navenda Kongreya Star hat destpêkirin. Di meşê de wêneyên têkoşerên azadiyê, alên Kongreya Star û YPJ'ê hatibûn hildan û dirûşmên,"Bijî berxwedana YPJ'ê" û "Bijî berxwedana rûmetê" hatin berzkirin. Meş veguherî mîtîngê. Mîtîng bi deqeyek rêzgitin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Kongreya Star a Tirbespiyê Leyla Îskan ve hat xwendin.    Daxuyanî wiha ye: "Têkoşîna 9 salan ya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi destek û heskirina jinên cîhanê hate meşandin. Îro cîhan dilê bi hezaran jinan ji dorpêça pergala desthilatdar rizgar kir. bi vê têkoşînê re vîn, bawerî, heskirin û artêşbûna jinê hate avakirin."   Mîtîng bi dirûşma "Bijî berxwedana YPJ'ê" bi dawî bû.