Hevşaredar hatin sirgunkirin 2019-12-02 13:25:20   WAN - Hevşaredarên Rêya Armûşê Şehsade Kurd û Azîm Yacan ên qeyûm tayînî cihê wan hat kirin, sewqî Erziromê kirin.    Hevşaredarên Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Şehsade Kurd û Azîm Yacan ên di 8’ê Mijdarê de li Wanê hatin binçavkirin û qeyûm tayînê cihê wan hat kirin û di 11’ê Mijdarê de jî bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandeya rêxistinê” hatin girtin, ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê hatin kirin.    Hat diyarkirin ku hevşaredar di 30’ê Mijdarê de roja înê hatine sewqkirin û bi hinceta “ewlekariyê” agahî ji bo malbat û parêzeran nehatiye dayîn.