11 kesên di bin çavan de serbest hatin berdan 2019-12-02 12:04:12   NAVNEDA NÛÇEYAN - 11 kesên li Sêrtê hatibûn binçavkirin hatin berdan. 30 kesên li Êlihê hatibûn binçavkirin jî, sewqî edliyê hatin kirin.     Li Sêrt û Êlihê, polîsan di 27’ê Mijdarê de bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de delegeyên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), aktîvîsên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 41 kes hatibûn binçavkirin. 11 kesên li Sêrtê hatibûn binçavkirin, duh sewqî edliyê hatibûn kirin û ji aliyê dozger ve hatibûn berdan.    30 kesên li Midûriyeta Polîsan a Elihê tên girtin jî, li bendêye ku îro sewqî edliyê bûn kirin.