Li Silêmaniyê panelek li ser tundiyê û zayendperestiyê hat çêkirin 2019-12-02 10:31:56   Have Elma   SILÊMANÎ - Li Zanîngeha Silêmaniyê panelek derbarê tundiyê û zayendperestiyê de hat çêkirin.   Ji aliyê rêxsitinên hevbeş, mamostayên zanîngehê û navenda zayendî li Zanîngeha Silêmaniyê panelek derbarê tundiyê û zayendperestiyê hat çêkirin. Panel bi armanca bidawîkirina tundiya li ser jinê û zêdekirina hêza jinê hat lidarxistin. Panel di destpêkê de bi deqeyek rêzgirtin a ji bo giyanê pakrewanan dest pê kir. Di destpêka panelê de hat diyarkirin ku tundiya li ser civakê û jinê zêde bûye û di bin navê 'şeref, kevneşopiyan' de pir zêde tê kirin. Her wiha di panelê de hat gotin ku ji 3 jinan yek rastî tundiyê tê û tê kuştin.    'Divê jin di warê hişmendiyê de xwe pêş bixin'   Di panelê de Bijîşk Seyran Berzencî axivî. Seyran got:"Hêz û zanistiya jinê ya di nava civakê de gelek girîng e. Ji bo jin hêza xwe zêdetir bikin divê bixwînin û di warê hişmeniyê de xwe pêş bixin. Di şer de jin dibe yekem qurban. Ji ber şerê DAÎŞ'ê ji 2011'an heta niha 28 milyon jin bê kar mane. Her wiha divê wekheviya jin û mêr hebe da ku aramî di nava civakê de pêş bikeve."   'Ji bo jin û civak pêş bikevin divê jin di her qadê de xwedî biryar bin'   Çalakvan û revebera rêxistina PDO 'yê Bahar Mûnzûr wiha got:"Cudakirina zayendê heta niha bandorên neyînî li ser civak, siyasetê kiriye. Ev sedem jî ji ber zihniyeta baviksalarî ye. Li Kurdistanê heta niha di gelek qadan de mêr xwedî biryar in lê jin bi qansî mêran ne xwedî biryar in. Ji bo jin û civak pêş bikevin divê jin di her qadê de xwedî biryar bin. Her wiha divê malbat jî bên hişyarkirin. Ji bo hişmendî pêş bikeve divê malbat jî bên hişyarkirin û perwerdekirin."