Ji jinan ji bo doza Şûle Çet banga piştevaniyê 2019-12-02 09:11:12   Dîlan Babat   ENQERE - Di doza Şûle Çet ku rastî êrîşa zayendî hatibû û ji katê 20’an a plazeyekê hatibû avêtin û qetilkirin, dadgeh wê di 4’ê Kanûnê de biryara xwe bide. Endama Platforma Jinan a Enqereyê Neslîhan Duran, da zanîn ku di mutalaya dozger de daraza mêr ji nû ve dîtine û got divê Berk Akand û Çagatay Aksu bi muebeta giran bên darizandin.   Xwendekara zanîngehê Şûle Çet li Enqereyê ji aliyê Berk Akand û Çagatay Aksu ve rastî îstîsmara zayendî hatibû û piştre jî ji katê 20’an a plazayê ve hatibû avêtin û qetilkirin. Di 5’emîn rûniştina doza der barê bûyerê de, dozger mutalaya xwe xwend. Dozger ji bo Çagatay Aksu ji sûcên ‘ji qestî kuştin’, ‘kes ji azadiya wê bêpar hiştin’ û ‘êrîşa zayendî’ cezayê muebetê xwest û ji bo Berk Akand jî ji sûcên ‘îsîstmara zayendî’ û ‘alîkarî’ heta 21 salî ceza xwest. Rûniştin wê di 4’ê Kanûnê de li Enqereyê li 31’emîn Dadgeha Cezaya Giran bê dîtin û beriya rûniştinê jî Endama Platfroma Jinan a Enqereyê Neslîhan Dûran banga edaletê kir.   Neslîhanê got ev salek zêdeye mutalaya dozger dipên û got divê li her du gumanbaran cezayê muebeta giran bê birîn û got: “Daraza mêr xwe di vê dozê de jî nîşan da. Delîl nehatin lêkolînkirin. Pisporekî lêvan bi mehan nehat dîtin. Bi mehan delîl nehatin lêkolînikrin. Gelo alîkarî jî bi heman sûcî re nayê nirxandin? Alîkarî jî ne hevkarê heman sûcî ye? Divê em vê bipirsin. Di mutalaya dozger de bêguman daraza mêr hat dîtin.”   ‘Em ê edaleta mêr pêk bînin’   Neslîhanê bi lêv kir ku wê di rûniştina biryarê ya 4’ê Kanûnê de jî hemû jin bi hev re edaleta rast biqîrin û got: “Ev doz dozên mînak in. Me ev got em ê her tim jî bêjin. Heta ku buxtanên li ser jinên hatine qetilkirin bi dawî bibin, em ê têkoşîna xwe bidomînin û edaleta jinê pêk bînin. Berk Akand û Çagatay Aksu tecawizkar in. Divê her du jî bi muebeta giran bên darizandin. Em hêvîdar in ku yên edaletê pêk bînin jin bin. Em hemû jinan vexwendiyê doza Şuleyê dikin. Bil adi 4’ê Kanûnê de li wir bin.”