‘Dewlet ji ciwanên xwedîhişmend û rêxistinkirî ditirse’ 2019-12-02 09:06:19   MÊRDÎN - Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Berfîn Can diyar kir ku ew ji polîtîkayên zextê yên sîstema heyî ji ser meclîsan xistiye meriyetê natirsin û wiha got: “Ji ciwanên xwedîhişmend û rêxistinkirî ditirsin. Lê em li dijî van polîtîkayan, xebatên xwe dê bi coş û morelekî mezin bidomînin.”   Di demên dawî de zextên li ser endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê zêde bûn. Li Stenbolê di operasyonên pêk hatin de 36 endamên meclîsê hatin binçavkirin û jê 10 hatin girtin. Endamên meclîsê diyar kirin ku di bin çavan de rastî îşkenceyê hatine. Tevî hemû zextan xebatên ciwanên HDP’ê didomin. Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Berfîn Can da zanîn ku li Mêrdînê tevî zextan wan dîsa rêya têkoşînê tercîh kiriye û got ew ji zextan tu car natirsin.   ‘Naxwazin em bên cem hev’   Berfînê destnîşan kir ku ciwan hêza pêşeng a civakê ne û li dijî neheqiyan serî natewînin û wiha pê de çû: “Ciwan xwedî rihekî bi coş û moral in. Em ciwanên meclîsa HDP’ê rol û nameya xwe dizanin. Li dijî fuhuş û hişbirê, em ciwanan dikin xwedî hişmend. Em sedema zextên li hember me baş dizanin. Dixwazin bi zextan xebat û rêxistina me biqedînin. Ciwanên bi hişmendiyek mezin tên gel hev, pergalê jî nerehet dike.”   ‘Ji ciwanên rêxistinkirî û xwedî hişmend ditirsin’   Berfînê her wiha daxuyakirin ku wan wek meclîsa ciwanan di demek kurt de îmze avêtine gelek xebatan û zextên li hember wan jî ji ber vê pêk tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pergal naxwaze ciwan û civak xwe rêxistin bike. Pergal dizane ku dema ciwan bibin xwedî hişmend wê pergalê hilweşîne. Em rê nadin hişbir û ji rê derketinê. Ciwan ji her tiştî dikarin bi bandor bibin. Ji ber vê divê em bên cem hev û li dijî vê têbikoşin.”   ‘Polîtîkayên zextê nikarin me biçewisînin’   Berfînê di dawiya axaftina xwe de bertek nîşanî êrîşan dan û wiha dawî lê anî: “Di demên dawî de zextên tên kirin bi awayekî şênber tên dîtin. Dixwazin xebatên me îlegalîze bikin û ciwanan bigirin. Em dibînin ku li hember me çiqas di zor û zehmetiyê de ne. Em ê xebatên xwe bi her awayî bimeşînin û tu car serî netewînin.”