Serpêhatiya koçber Nişmiye Mehmûd a ji Zirganê koçber bû 2019-12-02 09:02:58   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Nişmiye Mehmûd ji Zirganê, gundê Erîşayê koçî gundê Til Gerabêt tê kirin û îro jî ji ber ku dewleta tirk û hevkarên wê nêzî gundên wan bûn dîsa koçber in, lê nizanin ku wê bi kîjan aliyî ve biçin.   Ji ber êrîş, topebarana û dagirkina dewleta tirk û hevkarên wê li dijî herêma Bakurê Sûriyê zêdetirî 350 hezar sivîl ku di nav wan de jin û zarok jî hene koçber bûn û hin malbat jî koçî gundên derdora gundê xwe bûn.   Hêviya ku rojekê vegerin gund û bajarên xwe dimînin.  Yek ji van malbatan malbata Nişmiye Mehmûd e. Malbata Nişmiyeyê ku em di dema di riya navbera Til Gerabêt û Til Tewîl de yên nêzî qada şer bûn derbas dibûn lê rast hatin serpêhatiya xwe ji me revegot.     '54 rojên di rêya koçberiyê de ne hêsan gelek zahmet bû'    Nişmiyeyê serpêhatiya koçberiya xwe ya di van 54 rojan de wiha anî ziman: "Ez tevî malbata xwe piştî ku dewleta tirk êrîşên xwe dan destpêkirin ji navçeya Zirganê koçî gundê Erîşayê bûm paşê beriya mehek û 7 rojan ji gundê Erîşayê koçî gundê Til Gerabêt bûm. Dewleta tirk çi ji me sivîlan dixwaze?  Erdogan û çeteyên wî çi ji gelê ku li ser axa xwe bi aramî dijîn dixwaze?."   'Mala ku me xwe ji bo avakirina wê tî û birçî hişt hilweşandin'   Nişmiyeyê got ku keda bi salan wan daye ser hev îro dewleta tirk û hevkarên wê talan dikin û dişewitînin û wiha dewam kir:"Me bi rondikên çavan mala xwe ava kir, me gelek rojan xwe birçî dihîşt da ku malekê ji bo xwe ava bikin.  Lê îro çeteyên mîna DAIŞ û cebhet El-Nusrayê ku dewleta tirk serkêşiya wê dike, mala me talan kirin û şewitandin."   'Em bi tena cilê xwe ji gundê Erîşayê derketin'   Nişmiyeyê da xuyakirin ku îro dîsa koçber dibin û wiha zehmetiyên dikişîne tîne ziman: "Niha em amadekariya xwe dikin ku dîsa koç bikin, lê em ê koçî ku bibin nizanim. Jiyana me her bi koçberiyê derbas dibe, niha wê zarokên min li ser çi razên û çi bixwin? Ma qet wîjdan bi mirovan re tune ye? Em bi tena cilê xwe ji gundê Erîşayê derketin û niha jî ji gundê Til Gerabêt derdikevin."   'Xwedê mala Erdogan ê mala me şewitand bişewitîne'    Nişmiyeyê got ku ew ê ji ber êrîş û dagirkeriya dewleta tirk dîsa koç bikin, lê vê carê wê  berê wan ku be û biçin kîderê nizanin wiha dawî li axaftina xwe anî: "Xwedê ji Erdogan re nehêle, mala me şewitan xwedê mala wî jî bişewitîne. Erdogan û çeteyên wî jiyana me li me herimandin û xaka me dagir kirin."