Kongreya Star derbarê tundiya li dijî jinan, semînerek da 2019-12-01 16:34:37   HESEKÊ - Di çarçoveya hemleya 25’Mijdarê,  Kongreya star a bajarê Hesekê semînereke ji bo jinan li dar xist û bal kişand ser tundiya li jinan tê kirin.   Kongreya star a bajarê Hesekê li Taxa Giwêran di çarçoveya çalakiyên xweyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser jinê ku berdewam dike semînerek ji bo jinan derbarê tundiyê de da. Semîner bi tevlîbûna bi dehan jinên taxê pêk hat. Semîner ji aliyê Endama Kongreya Star Muna Yûsif ve hat dayîn.   'Bi  hêza jina azad jiyanek wekhev tê avakirin'   Muna Yûsif  di destpêka axaftinên xwe de destnîşan kir ku li ser  berxwedana pakrewanên azadiyê  Şîlan, Barîn û Hevrînan ku bi saya têkoşîna wan, wê  dagirkeriya dewleta tirk têk biçe û wiha domand: "Di Şoreşa Rojava de ku bi pêşengtiya jinan hatiye geşkirin, jin xwedî rol û misyonek pir girîng bû.  Îro dijmin sîstema ku jinê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê birêxistin bûye, wekî xeteriyekê li ser bercewendiyên xwe dibînin, lewma di van êrîşan de jin  kirin hedef. Ji dîrokê  heta roja me ya îro, sîstemên desthilatdar dixwazin di şexsê jinê de, civakê bikin koleyê xwe, lê jinên berxwedêr mîna her sê xwişkên Mîrabal, Sakîna Cansîz, Şîlan, Barîn, Avêsta, dayika Eqîde û Hevrîn rê nedan ku civak bê kolekirin.  Bi  hêza jina azad jiyanek wekhev tê avakirin."   Munayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Dagirkerî bi xwe tundî ye. Dagirkeriya dewleta tirk li ser xaka Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, hemû cûreyên tundiyê li ser civaka me dide meşandin, lê  pêwîste jin  rê nedin dagirkeriyê û asta têkoşînê bilind bikin. Bi berxwedan û yekîtiya jinên azadîxwaz dê dagirkerî têk biçe."   Semîner bi niqaşên li ser rêgirtina li cûreyên tundiyê bi dawî bû.