Yekîtiya Jinên Suryan li ser tundiya li jinê tê kirin daxuyanî da 2019-12-01 15:34:46   HESEKÊ - Yekitiya Jinên Sûryan li ser tundiya li jinê tê kirin daxuyanî da û got ku ew ê bi berxwedana Hevrînan dagirkeriyê têk bibin.    Yekitiya Jinên Sûryan li ser tundiya li jinê tê kirin li qada Şehîd Ethro a li taxa Nasira daxuyanî da.  Daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberiya Yekîtiya Jinên Suryan Siham Qeryo hate xwendin  bi tevlîbûna  Berdevka Rêxistina Kongreya Star a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Evîn Siwêd, Endamên Rêxistina Kongreya Star, sazî û dezgehên jin hat dayîn.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bi Cûreyên tundeyê ku li ser jinê tên meşandin mafên mirovan tê binpêkirin, ji ber ku jin ji mafê wê yê xwezayî ye ku jiyana xwe bi azad bijî bêpar tê hiştin. Di roja me ya îro de ku em rewşa şer dijîn, herî zêde jin û zarok di bin xerabeyan de dimînin. Xeyal û pêşeroja wan tên kuştin. Dewleta tirk a dagirker di 9'ê  cotmehê de êrîşî  herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê kir, bi van êrîşan hemû pêkhateyên herêmê hatin hedefgirtin. Artêşa tirk û komên girêdayî binpêkirina mafan ku dane destpêkirin berdewam dikin.   Gelê me dagirkeriyê li ser xaka xwe qebûl nake   Îro civaka me çi aşûr , suryan, kurd û ereb rastî tundiyek pir mezin tên, koçberî, qetilkirin, lêdan û hwd..Di şexsê Şehîd Hevrîn de xwestin peyamekê bigihînin hemû jinan û civakê ku îradeya jinan bişkînin, lê peyama wan jî berovajî bû, ji aliyê her kesî ve hat dîtin ku çawa mafê jiyanê yê mirovan tê binpêkirin.  Civaka me bi hemû pêkhateyên xwe kesên bi vî rengî li ser xaka xwe qebûl nake. Dewleta tirk û komên girêdayî wê ku bombebarankirin û koçberina kesan têrî wan nekir, îro mal û milkên welatiyan jî talan dikin. Ev kiryaran nayîn qebûlkirin, ev tundiyek li ser civakê tê meşandin e. Em ê bi yekîtiya jinan hemû cureyên tundiyê ku di şexsê jinê li ser civaka me pêk tê têk bibin. Em wekî Yekîtiya Jinên Suryan bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku rê li ber tundiya li civaka me tê kirin bigirin û bêdeng nemînin."   Daxuyanî bi dirûşma "Jin Jiyana Azadî" bi dawî bû .