Li hember siyaseta tirk ji bo parastina çanda xwe çalakî hat lidarxistin 2019-12-01 15:18:14   ŞEHBA - Ji bo nûjenkirina çanda dayikê û civaka xwezayî Tevgera Kevena Zêrîn a Kantona Efrînê çalakiya amadekirina xwarinê li Kampa Serdemê li dar xist.   Di Pêşengiya Kevana Zêrîn de bi dirûşma "Nûjînkirina rojên berê" çalakiya amadekirina xwarinê hat lidarxistin. Çalakî  bi tevlibûna hemû endamên Kevena Zêrîn û taybet jinên bi tecrûbe ên ku jiyana kevnar dizanin û jinên ciwan jî ji bo fêrbûna çanda xwe bi cilên xwe yên kurdî tevlî vê çalakiyê bûn.    'Bi rêya çanda xwe em ê dîrokê zindî bikin'   Rêvebera Kevena Zêrîn Ronahî Şêxo di çalakiyê de axivî. Ronahiyê balkişand ser armanca çalakiyê û wiha pêde çû: "Ev çalakî bi armanca nûkirina rojên berê hat lidarxistin, di nav de hemu cureyên xwarinê yên kevnar wê bên amadekirin. Lê armanca me ne tenê xwarin e, hemû kêliyên çanda xwe em ê nûjen bikin û ev yek wê bibe bersîva me ya li hember dijminê hov. Bi rêya çanda xwe em ê dîrokê zindî bikin.”   'Jinên ciwan wê dawî li dagirkeriyê bînin'   Jina ciwan a bi navê Roksan Mihemed jî diyar kir ku ew bi fêrbûna çanda dayikê dê dîrokê xwe biparêzin û wiha domand: "Divê em fêrî çanda xwe bibin, çanda dayikên xwedewend biparêzin, bi rêya vê çalakiyê em peyamekê ji tevahî cîhanê û Tirkiyeya dagirker re dişînin û em dibêjim em li dijî dagirkeriyê têbikoşin. Hebûna Tirkiyê li ser xaka xwe em qebûl nakin.Jinên  ciwan  wê dawî ji dagirkeriyê bînin."   Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.