Meclisa Dayikên Aştiyê xwest kesên di bin çavan de bên berdan 2019-12-01 15:03:37   ÊLIH - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê bi boneya 30 kesên di bin çavan de serbest bên berdan daxuyani da. Endama Meclîsê Muhlise Kinay, xwest tevî endama Meclîsa Aştiyê Nuran Seçkin, 30 kesên di bin çavan de serbest bên berdan.    Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, Delegeyên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Nûnerên ÎHD'ê, Aktîvên Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêveberên HDP'ê, bi boneya 30 kesên di bin çavan de serbest bên berdan daxuyani dan. Endama Meclîsê Nuran Seçkin xwest 30 kesên di bin çavan de serbest bên berdan.    Civîn li Meclîsa Dayikên Aştiyê hat li dar xistin. Dayika Aştiyê Muhlise Kinay, diyar kir ku ew zêde tiştekî naxwazin û wiha got: "Dayik dixwazin ku zarok bes bên kuştin. Binerin Nurhan Seçkin ji ber canê wê dişewite aştiyê dixwaze. Ji ber aştiyê dixwaze çend rojin di bin çavan de ye. Tevî temenê wê yê mezin aştiyê dixwaze û li gel vî temenê xwe niha di bin çavan de ye. Tenê daxwazek Nuran Seçkîn heye. Ew jî aştî ye. Em dixwazin kesên aştiyê dixwazin serbest bên berdan.