Rojnamegerên di bin çavan de ji hempîşeyên xwe re peyam şandin 2019-12-01 14:32:08   STENBOL - Rojnameger Sadiye Eser û Sadik Topaloglu, yên di bin çavan de bi rêya parêzerên xwe ji hempîşeyên xwe re peyama "Karê xwe bidomînin" şandin.   Nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sadiye Eser û Sadik Topaloglu  di şeva 29'ê mijdarê de dema ji buroya ajansê derketin, ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin. Der barê Sadiye û Sadik de heta 24 saetan qedexeya hevdîtina parêzer anîbûn. Parêzeran îro piştî 48 saetan bi nûçegîhanan re li Şaxa TEM'ê ya li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê hevdîtin kirin. Parezeran, diyar kirin ku rewşa Sdiye û Sadik baş e. Parêzeran anî ziman ku dema di 29'ê mijdarê de saet di 18.00'an de li restorandekê xwarin dixwarin, polîsan bi hinceta der barê wan de biryara binçavkirinê heye, ew binçav kirine û piştî kontrola  tipa edlî, ew birine Şaxa TEM'ê ya Stenbolê.    Parêzeran diyar kirin ku silavên wan ji hemû hempîşeyên wan re hene û bilêv kirin ku Sadiye û sadiq xwestine ku karê xwe asteng nekin û nivisandina xwe berdewam bikin.    Parêzeran herî dawî diyar kirin ku ji ber li ser dosyayê biryara nepenîbûnê heye wan tu agahî negirtine û anîn ziman ku li bendê ye di nava hefteyê de li bendê ne ku nûçegîhan derxînin dadgehê.