Li ser îtîraza dozger 10 kesên din hatin girtin 2019-12-01 12:02:50   DÎLOK - Li Dîlokê 54 kes hatibûn binçavkirin û 25 kes hatibûn girtin. Dadger, li ser daxwaza dozger 10 endam û rêveberên HDP û DBP’ê yên din jî girtin.    Li Dîlokê di 14'ê mijdarê de polîsan li ser daxwaza dozger 54 endam û rêveberên HDP û DBP'ê binçav kiribûn. Ji 54 kesan 25 kes girtibûn. 10 kes bi şertê kontrola edlî bi giştî 29 kes hatibûn berdan. Li ser daxwaza dozger 10 kesên bi kontrola edlî hatibûn berdan dîsa hatin girtin. Li ser îtîraza dozger, heyeta dadgehê Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Dîlokê Sultan Bayindir,  Rêveberê HDP'ê Mustafa Tunç, Endamê Meclisa HDP'ê Omer Faruk Koç û endam Şefik Sondu, Durri Kaygusuz, Fadile Dikici, Cumali Taşçı, Ramazan Kuas, Azime Bali û Muslum Ozkan girtin û şandin Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê. Berê 25 kes hatibûn girtin. Li ser îtîraza dozger 10 kesên din jî hatin girin. Li Dîlokê hêjmara endam û rêveberên HDP û DBP'ê yên hatin girtin derket 35’an.