Li Dêrikê ji bo zarokan şahî hate lidarxistin 2019-12-01 11:15:35   QAMIŞLO - Bi pêşengtiya jinên ciwan û ciwanên şoreşger, ji bo zarokên kampa Newrozê şahî hate lidarxistin.   Li bajarê Dêrîkê yê girêdayî Kantona Qamişlo li kampa Newrozê  malbatên ku ji ber êrîşên dewleta tirk ji Serêkaniyê koçber bibûn li kampa Newrozê hatibûn bicihkirin. Bi pêşengtiya jinên ciwan û ciwanên şoreşger ji bo zarokên li Kampa Newerozê  şahî hat lidarxistin. Şahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê endamê ciwanên şoreşger Isam Ehmed xêrhatina hemû mîvanên amade kir  û wiha got: "Armanca me ji vê şahiyê ji bo kêyfxweşiya zarokan e. Em hêvî dikin ku hemû rojên zarokan bi kêyfxweşî derbas bibin."   Paşê koma kulîlkên Rojava ya bajarê Dêrîkê, Koma Awazên Çiya ya bajarê Qamişlo û koma Cudî ya bajarê Dêrîkê stranên xwe ji bo zarokan pêşkêş kirin. Paşê şanoya bajarê Dêrikê listika xwe ya  bi navê "Qiço miço" ji bo zarokan da pêşandan.    Şahî bi belavkirina diyariyan li zarokan û gerandina govendê bi dawî bû.