4’emîn salvgera berxwedana Sûrê ya dîrokî ya 103 rojî 2019-12-01 10:07:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê şûnde, li Sûra Amedê rêveberiya xweser hat Îlankirin û 103 rojan qedexeya derketina derve ku hat îlankirin berdewam kir. Gelek sivîlan jiyan axwe ji dest da û gelek kes ji malên xwe bûn. Di ser bûxwyerê re 4 sal derbas bû û hîna talan û hilweşîn didome.   Li navçeyê taxên Alîpaşa,Dabanoglu, Fatîh Paşa, Hasirli û Melîk Ahmet jî tê de 10 taxên wê hene û kurd, dom, suryanî, ermenî û keldanî li wan dijîn. Piranî kesên li navçeyê di salên 90’î de yên ji gundan ji ber zextên dewletê koçî navçeyê kirine. Piştî şerê Sûriyeyê, yên koç kirine jî gelek kes li wir hatine bicihkirin. Gelek avahiyên dîrokî li navçeyê cih digirin.    Di nav de Sûr, Şirnex, Êlih, Wan, Colemêrg, Muş û Stenbol jî heye, bi meclîsên gel re di 10’ê Tebaxa 2015’an de rêveberiyên xweser hatin Îlankirin û parastina cewherî hat kirin. Piştî ku serokomar Tayyîp Erdogan diyar kir ku ew mutabakata Dolmabaxçeyê nas nake şûnde gelek bûyer hatibûn jiyîn. Yek ji van jî beriya hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an di 5’ê Hezîranê de li Amedê di mitînga Amedê de êrîşa bombeyî hat jiyîn û di 20’ê Tîrmeha 2015’a jî li Pirsûs a Rihayê di êrîşa bombeyî pêk hat û 33 kesî jiyana xwe ji dest da.   Waliyê Rihayê: Ev ne bûyerek siyasiye   Di 22’yê Tîrmeha 2015’an de jî li Serêkaniyê ya Rihayê du polîs hatin kuştin û runiştin dawî ya dozê 1’ê Adara 2018’an de hat dîtin. Ji 9 gumanbarî berat kir. Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven di roportajek xwe de gotibû bi Waliyê demî yê Rihayê Îzzettîn Kuçuk re di telefonê de hevdîtin kiriye û walî gotiye ‘Ew polîs di esasê de 3 hevalên hev bûn. Yek ji wan bi yên din re di xusumetê de bûn û 2 polîs kuştine. Ji ber vê jî ev ne bûyerek siyasî ye.”   Piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê li Nisêbîn, Dêrik, Gever, Şirnex, Cizîr û Surê li pey hev qedexeyên derketina derve hatin îlankirin.   Qedexeya herî dirêj ya dîrokê   Li Sûrê bi navberan qedexe hat destpêkirin û 103 rojî berdewam kir. Di dema qedexeyê de ewil Murat Gunduz yê 21 salî jiyana xwe ji dest da. Gel bertek nîşan da û li dijî êrîşan li ber xwe dan.   Nobetên şevê dest pê kirin   Qedexa ewil di 6’ê îlona 2015’an de hat destpêkirin. Di vê qedexeyê de 8 polîs birîndar bûn 2 kesî jî jiyana xwe ji dest dan. Gel kolan terk nekirin û li ser vê di 13’ê îlonê de dîsa qedexe hat destpêkirin. Di 10’ê cotmehê de dîsa qedexe hat îlankirin û çekên giran hatin bikranîn. Li taxa Fatîhpaşa kolana Haci Nurî, Halîl Tutulerk jiyana xwe ji dest da. Zaroka bi navê Helîn Şen bi guleya ji wesayîta zirxî derket jiyana xwe ji dest da. Qedexeyan 4 rojan berdewam kir.   Nehiştin ambulans bikevin navçeyê   Di 6’ê Mijdara 2015’an de taxên Savaş, Dabanoglu û Hasirli xistin bin dorpêçê. Gel li dijî polîsan berxwe da. Polîsan ciwanê 21 salî Ferhat Dogru qetil kir. Her wiha polîsan nehişt ambulans bikeve taxê.   Jin rastî îstîsmara zayendî hatin   Di roja sêyemîn a qedexeyê de YPS ku bi armanca pêşî li mirinên sivîl bigire navber da pevçûnan, JOH û POH’ê bi ser malan de girt. Di serdegirtinan de jin rastî êrîşa zayendî hatin.Herwiha li kolanan tehdîd û gotin li kolanan hatin nivîsin.   Tahîr Elçî hat qetilkirin   Baroya Amedê di 28’ê Mijdarê de bi armanca êrîşa li hember Minara Çar Ling daxuyaniyek da û li wir serokê Baroyê Tahîr Elçî hat qetilkirin. Piştî vê di 2’ê Kanûnê de qedexe hat îlankirin û 9 rojan berdewam kir û piştre qedexeya herî mezin a dîrokê ya 103 rojî îlan kir.    Mewziya xweser hat îlankirin   Li aliyekî ku êrîşan berdewam kir li aliyê din jî berxwedan hebû û jinan hewl dan xebatên xweser ava bikin. Jinan mewziyên xwe bi perdeyên mor girtin. Mewziya jinan a bi navê ‘Mewziya xweser hat avakirin’.Di pêvajoya qedexeya 9 rojan berdewam kir de hêzên YPS û YPJ’ê avabûna xwe îlankirin.   Qedexe ji bo 17 saetan hat rakirin lê polîsan êrîş berdewam kir. Mizgîn Koçyîgît li Qada Deriyê Çiyê hat qetilkirin. Çevka Çubuk li ber dibistana Suleyman Nazîf hat qetikirin. Ji ber êrîşan gel nikaribû cezneyan bigirin.   Di 3’yê Kanûnê de cenazeyê Mehmet Demîrel di encama hewldanan de ji navçeyê hat girtin. Di 6’ê Kanûnê de hemama Paşa û Cemiyeta Rojnamegerên Azad dan ber agir. 7’ê Kanûnê de Mizgefta Kurşunlu hat bombebarankirin, 9’ê Kanûnê de Dêra Keldanî dan ber agir. Di encama êrîşan de gelek kesî jiyana xwe ji dest da. Di 14’ê Kanûnê de di çalakiya protestoryî de Şerdil Cengîz yê 21 salî û Şiyar Salman yê 18 salî hatin qetilkirin. Di 23’ê Kanûnê de Mesut Sevîktek û Îsa Oran hatin qetilkirin. Dewlet bi yekîneyên nû hewl da bikeve Sûrê. Rozerîn Çukur ku 16 salî bû di 8’ê Çile de hat qetilkirin.   Gel berxwedan gûr kir   Di roja 70’emîn de dewletê got operasyon temam bûye. Gel di 9’ê Sibatê de daket kolanan. Li her çar alî Amedê dengê teqînan hat. Vê agahiya kolandina xendekên nû dida. Lê çapemeniya alîgir got operasyon qedyaye. Gel berxwedana xwe wê şevê gurtir kir. Di 103 roj qedexeyê de tevî hemû hewldanan gel û YPS’iyan dest ji berxwedanê bernedan. Di encama berxwedana çar mehan de Cîhat Turkan (Çiyager) û Mahsun Gurkan, Sînan Duman û Dîlber Bozkurt jî têde 7 YPS’î jiyana xwe ji dest dan.   UNESCO bêdeng ma   Sûr ji aliyê UNESCO’yê ve ketibû Lîsteya Mîrateya Çandê ya Cîhanê. Lê UNESCO’yê li dijî êrîşên li hember Sûrê, tu mudaxale nekir. Tevî ku avahiyên dîrokê hatin hilweşandin û wêrankirin, UNESCO’yê bêdengiya xwe berdewam kir.    Bi şêniyên taxan re hevdîtin   Piştî qedexe bi dawî bû Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên Navçeyê yên girêdayî Yekitiya Şaredariyên Anatolya Başurêrojhilat û Şaredariya Sûrê bi Komeleya Akademiya Jinan a a Medê û Egîtîm Sen a Amedê re di 2016’an de li ser bandora pevçûnên li navçeyê xebatek meşandin û raporek amade kirin. Daneyên vê xebatê jî di hevdîtinên ku bi şêniyên taxa Îskenderpaşa, Nebî Camî, Melîk Ahmet, Mizgefta Kebîr û Ziya Gokalp hatiyekirin kirine  hatine amaekirin. Di raporê de hat gotin ku bi 2 hezar jinan re hevdîtin hatiye kirin.