Şêniyên herêmê piştgiriya xwe ya bi şêniyên Eyn Îsa re diyar kirin 2019-11-30 16:21:14   EYN ÎSA - Bi hezaran şêniyên herêma firatê, Minbic, Reqqa, Tebqa û Dêre Zorê piştgiriya xwe bi gelê navçeya Eyn Îsa re dan diyarkirin û êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê  şermezar kirin.   Bi hezaran şêniyên herêma Firatê, Minbic, Reqqa, Tebqa û Dêre Zorê di seatên serê sibehê de li bajarên xwe kom bûn û berê xwe dan navçeya Eyn Îsa, bi armanca şermezar kirina êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê û piştgiriya xwe bi gelê navçeya Eyn Îsa re da diyar bikin. Gelê herêma Firatê û Minbicê li pêş dibistana Omer Bin Xetab kom bûn û gelê Reqqa, Tebqa û Dêre Zorê li kolana Sîna kom bûn û berê xwe dan qada Ordegê. Meşvanan di meşê de wêneyên têkoşerên azadiyê û pankartên bi nivîsa "Ji rijandina xwîna gelên Sûriyeyê re bes e" û "Na ji netewperestî û guhertina demografî re" hatibûn hildan. Her wiha bê navber dirûşmên “Na ji dagirkeriyê re” û “Bijî berxwedana QDS’ê" hatin berzkirin.   'Bi yekîtiya gelê Sûriyeyê em ê dagirkeriyê têk bibin'   Piştî ku gel li qada Ordegê kom bûn meş veguherî mîtîngê, mîtîng bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre Hevseroka Rêveberiya Xweser ya Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl diyar kir ku îro bi hezaran pêkhateyên herêmê bi yekdengî dibêjin na ji dagirkeriyê re û wiha pê de çû: "Wek gel û rêveberiya Girê Spî îro em mafê xwe dixwazin. Dewleta tirk û çeteyên wê bi rengekî hov  li ber çavê netew-dewletan êrîşî herêmên me kirin û tu kesî helwest nîşan neda. Em ji danûstandinên Sûrî-Sûrî re amade ne. Bangawaziya me ji bo pêkhateyên Sûriyeyê ew e ku yekîtiya xwe xurt bikin, bi rêya yekîtiya gelê Sûriyeyê em ê dagirkeriyê vala derxin.”   'Em ê parastina welatê xwe bikin’   Her wiha bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebidhamêd El-Mehbaş û bi navê Şêx û Rûsipiyên herêma Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Şêx Hamid êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê şermezar kirin û wiha gotin: "Hêzên Sûriyeya Demokratîk li ber çavên tevahî cîhanê li hember çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke mezin kirin û çete têk birin. Ji ber ku armanca dewleta tirk pêk nehat îro bi rengekî din bi navê avakirina herêma bi ewle êrîşî herêmên Bakurê Sûriyeyê dike. Herêma bi ewle kir herêma kuştina gelan, talankirina mal, milkên sivîlan û demografiya herêmê diguherîne. Em bang li Rûsya dikin ku sînorekî ji êrîşên dewleta tirk re deyne. Weke gelê Sûriyeyê heta dawiyê em ê parastina welatê xwe bikin.”   Mîtîng bi dirûşma "Bijî berxwedan gelê herêmê" bi dawî bû.