ÎRA: Divê nûçegihan serbest bên berdan 2019-11-30 16:01:15   AMED - Derbarê binçavkirina nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Berîvan Altan, Sadiye Eser, Sadik Topaloglu û rojnameger Haci Yusuf Topaloglu de Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad daxuyaniyek da û xwest rojnamegerên hatine binçavkirin serbest bên berdan.    Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) têkildarî binçavkirina nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Berîvan Altan, Sadiye Eser, Sadik Topaloglu û rojnameger Haci Yusuf Topaloglu, daxuyanî da û xwest rojnamegerên hatine binçavkirin serbest bên berdan.    'Her roj binçavkirin'   ÎRA, di daxuyaniyê de diyar kir ku zextên li ser çapemeniyê her ku diçin zêde dibe û wiha got: "Her roj li binçavkirin, girtin û cezakirina rojnamegeran rojnamegerên nû zêde dibin. Îtîfaqa AKP-MHP'ê ku medya kiriye hawizekî mezin, saziyên çapemeniyê  yên ku propaganda wan nake, asteng dike û rêya xebatê li pêş wan digire. Rojnamegerên muxalif kiriye hedefa xwe. Hikûmet û şirîkê wê MHP, ji bo bigêje armanca xwe, polîsên ku xwedî erka parastina rojnamegeran e, ji bo xwe dike amûr û li dijî rojnamegeran bikar tîne. Hatiye halekî ku polîs bi fermana îktîdarê diçe rojnamegeran ji malên wan û kargeriyan wan binçav dike û wan dibe midûriyetên polîsan.    'Dixwazin çapemeniyê bê nefes bihêlin'   ÎRA, anî ziman ku ya girîng jî polîs destûr nadin ku parêzer biçin rojnamegerên di bin çavan de ziyaret bikin û wiha lê zêde kir: "Polîsên ku rojnamegeran binçav dikin jî nizanin çima binçav kirine. Herî dawî Medya Kurd bû hedefa dawî ya îktîdara du dixwaze çapemeniyê bê nefes bihêle. Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bêrîvan Altan di 26’ê mijdarê de di çarçoveya biryara girtinê ya ji aliyê 3’yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Mêrsînê ve hat derxistin li mala xwe ya li Enqereyê hat binçavkirin. Polîsan piştî binçavkirinê ew bir Mêrsînê. Altan 4 roj in li Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê tê ragirtin. Li ser biryara dozgeriyê dema binçavkirina Altan 4 rojên din jî hatiye dirêjkirin."     'Derbarê dosyayê de biryara veşartinê dan'    ÎRA, destnîşan kir ku şevê din pîştî Nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sadik Topaloglu û Sadiye Eser ji ajansê derketin hatin binçavkirin û wiha berdewam kir: "Polîsan piştî Sadik û Sadiye binçav kirin, bi ser malên wan de girtin û li malên wan lêgerîn kirin. Deriyê mala Sadik şikandin û ketin hundir. Dema bi ser malê de girtin lêgerîn kirin û alavên malê tev li hev kirin. Parêzer ku xwest li Şaxa TEM'ê ya Stenbolê bi Sadik û Sadiye re hevdîtin bike, polîsan diyar kirin ku di çarçoveya lêpirsîna Dozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatine binçavkirin û heta 24 saetan qedexeya hevdîtina parêzeran heye. Dîsa der barê dosyayê de biryara "veşartinê" dan û destûr nedan ku parêzer li naveroka dosyayê binere."     'Divê rojnameger bên berdan'   ÎRA, herî dawî xwest rojnameger bên berdan û wiha bi dawî kir: "Polîsan de serdegirtina malbata Sadiye Eser de deri kişandin û endamên malê li erdê dirêj kirin û çek xistin serê wan. Ne pêkan e ku mirov vê bê hiqûqiyê qebûl bike. Em dixwazin hembîşeyên me Berivan Altan, Sadiye Eser û Sadik Topaloglu demek berî demekê serbest bên berdan.  Divê em ji bîr nekin ku heta çapemenî azad nebe civak jî azad nabe. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû der û dorên demokratîk dikin ku hestiyar tev bigerin."