Rêxistinên jinan Koma Jinên Rastal ava kirin 2019-11-30 15:33:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên jinên partiyên siyasî yên Herêma Federal a Kurdistanê di encama nîqaş û xebatên 6 mehan de Koma Jinên Rastal ava kirin.   Kom ji jinên partiyên siyasî yên wekî Yekitiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK), Tevgera Goran, Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK), Hizbî Şuî, Hizbî Sosyalîst, Komaleya Îslamî, Yekgirtuya Îslamî, Hevpeymanî Nîştîmanî pêk tên li pirtûkxaneya Amazon ya Silêmaniyeyê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku wan komek bi navê Koma Jinên Rastal  avakiri ne.   'Koma Jinên Rastal ji 25 jinan pêk tê'   Di komê de mamosteyên zanîngehan, nivîskar, parêzer, xwendevan û çalakvanên siyasî di komê de cih girtine. Armanca komê pirsgirêkên jinan yên civakî, netewî û siyasî çareserkirin e.  Jinên ku di partiyên siyasî yên Herêma Federal a Kurdistanê de cîh digrin biryar dan ku bi hev re bi hemanhengî ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan karbikin. Piştî xebatên 6 mehan biryar dan ku navê koma xwe bikin Koma Jinên Rastal. Navê Rastal jixwe bawerbûne û ji pirtûkên dîrokî hatiye girtin. Koma jinên Rastal ji 25 jinan pêk tê.   'Rêxistinbûn û rawestandina şîdeta li hemberî jinê...'   Têkîldarî mijarê li ser navê Koma Jinên Rastal Saza Ebdulah daxuyanî da û da zanîn ku ew di pêngava afirandina komê de li komalgeyên zindî geriyan e û piştre ketine nav lêgerina çareserkirina pirsgirêkên civakî. Saza, got ew hewil bidin ku li dû pirsgirêkan çareser bikin û wiha axivî: "Pirsgirêka sereke rêxistinbûyîn û ya din jî şîdeta li hemberî jinê. Em wek Koma Rastal radigîhînin ku armanca me ne zêdekirina hêjmara rêxistinê ye, armanca me çareserkirina pirsgirêkên jinan e."   'Divê jin beşdarî siyasetê bibin'   Saza, diyar kir ku yekîtiya jinan di pirsgirêkên jin yên nîştîmanî û siyasî asoyekî baş diafirîne û wiha bi dawî kir: "Wê hemangehiya di nav yekbûna jinan de zextek li ser partiyên siyasî çêbike. Rêxistina ku em radîgîhînin, komalgeyekî serbixwe ye. Armanca me ew e ku şûna hizbên siyasî jinê li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî bikarbînîn, wek jin em bikaribin bi awayekî baş birêvebibin. Her wiha em ê partiyan neçar bikin ku jinê beşdarî pirsgirêkên nîştîmanî û siyasî bikin."