Dayikên Şemiyê: Bêcezatiyê bi dawî bikin 2019-11-30 15:04:30   STENBOL - Di hefteya 766'an de Dayikên Şemiyê dîsa li gel dorpêça polîsan li hev civiyan û bang li rayedarên îdarî û edlî dikin ku peywirên xwe bi cih bînin û kesên bûne sedema windakirinan bi darizînin û bêcezatiyê bi dawî bikin.   Dayikên Şemiyê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 766’an de li Qada Galatasarayê xwestin kom bibin û balê bikişînin ser aqûbeta windayan. Dayikên Şemiyê carek din rastî astengiya polîsan hatin. Ji ber ku polîsan destûr nedan ku Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê kom bibin, dayik li pêş avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê kom bûn. Kolana ÎHD'ê dîsa ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.    Dayikên Şemiyê tîşortên ku wêneyên windayan li ser wan bûn, li xwe kirin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya, Meral Daniş Beştaş, Oya Ersoy, Mûsa Pîroglû û Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan piştgirî dan çalakiyê.    Vê hefteyê aqûbeta Nîhat Aydogan ku di sala 30'ê Mijdara 1994'an de li mala xwe li navçeya Midyadê ya Mêrdînê hat desteserkirin û careke din agahî ji nehat girtin hat pirsîn. Daxuyaniyê vê hefteyê ji aliyê keça Fehmî Tosûn ku di 19'ê cotmeha 1995'an de di bin çavan de hatibû windakirin Besna Tosûn ve hat xwendin. Besna, diyar kir ku çaryekeke aqûbeta Aydogan dipirsin û ev tişt got: "Têkoşîna ku em ji bo xizmên xwe yên ku di bin çavan da hatine windakirin meşrû ye. Di salvegera 25'emîn windabûna Aydogan de bang li rayedarên îdarî û edlî dikin ku peywirên xwe bi cih bînin û kesên bûne sedema windakirina Aydogan bi darizînin û bêcezatiyê bi dawî bikin."   Her wiha di çalakiyê de Serokê Berê yê Baroya Amedê Tahîr Eçî û Parêzer Şevket Epözdemir ku beriya 26 salan hatibû qetilkirin jî hatin bibîranîn. Piştî Besnayê, keça Aydogan Necbîr Aydogan axivî û diyar kir ku qet bavê xwe neditiye û ji bo bavê xwe gorekî dixwaze û ev tişt got: "4 sal berê dema ku min qetilkirina bavê xwe li Qada Galatasaray şermezar dikir, di heman saetê de agahiya qetilkirina Tahîr Elçî hat. Ez dixwazim ku kujerên bavê min û Tahîr Elçî derkevin holê."   Pişt re Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî axaftineke kir û bertek nîşanî qedexekirina Qada Galatasarayê da û diyar kir ku biryara qedexeyê li dijî qanûnan e.   Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.