Ebrû Gunay: Em ê xebatên xwe bidomînin 2019-11-30 14:54:59   MÊRDÎN - Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê derbarê girtina hevserokên şaredariyan ên pêvajoya dawî de daxuyanî da. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay di daxuyaniyê de diyar kir ku li dijî hemû zextên heyî ew ê têkoşîna xwe bidomînin.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê derbarê tayinkirina qeyûman û binçavkirinan de daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya HDP'ê hat dayin. Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê, Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay partiyiyen ku li navçeyan beşdarî daxuyaniyê bûn.    'Dixwazin îradeya Gelê Kurd tê bibin'   Di daxuyaniyê de di destpêkê de Salih Kuday axivî û got:"Li ser zextên mezin hene. Her roj dema em hişyar dibin binçavkirin çê dibin. Ji meclîsa ciwanan jî gelek hevalên me hatin  binçavkirin. Em vê yekê şermezar dikin. Em vê yekê qebûl nakin. Dixwazin îradeya Gelê Kurd tê bibin lê ew ê bi ser nekevin."   'Bila demildest dawî li vê bêhiqûqiyê bê'   Piştre Ebrû Gunay axivî û got:"Hemû kes çûn ser sindoqan û îradeya xwe ya bi hêz ji bo HDP'ê nîşan dan. Loma qeyûm hat tayinkirin. Walî ditirse ku em wî şermezar bikin loma destûrê nade ku em çalakiyên xwe li derve pêk bînin. Em dibîni ku li vî welatî çawa polîtikayên bêcezabûnê tên meşandin. Bila demildest dawî li vê bêhiqûqiyê bê. Tevî hemû zextan em ê xebatên xwe bidomînin."   Daxuyanî bi lêxistina çepikan bi dawî bû.