Şîlan Kobanê û rêhevalên wê li Rojava hatin bibîranîn 2019-11-30 14:03:27   QAMIŞLO / HESEKÊ- Bi boneya salvegera şehadeta berxwedêr Şîlan Kobanê û 4 hevalên wê li Rojava merasîma biranînê hatin lidarxistin.     Rêvebera Partiya Demokratîk Şîlan Kobanê û hevalên wê yên ku di sala 2004'an di encama komployekê de li Mûsilê hatibûn qetîlkirin, bi bîr anî. Li bajarê Dêrîkê yê girêdayî Kantona Qamişlo û navçeya Til Temirê ya girêdayî Kantona Hesekê bi semîner û daxuyaniyan hatin bibîranîn.    Berxwedêr Şîlan Kobanê û hevalên wê li Til Temirê hatin  bibîranîn   HESEKÊ- Îro Saziya Malbatên Şehîdan a Navçeya Til Temirê bi armanca bîranîna Şîlan Kobanê û 4 hevalên wê û êrîşên dewleta tirk li Rojava daxuyaniyek da.   Îro Saziya Malbatên Şehîdan a Navçeya Til Temirê bi armanca bîranîna Şîlan Kobanê û 4 hevalên wê û êrîşên dewleta tirk li Rojava daxuyaniyek da.   Daxuyanî ji aliyê dayika Ş.Bahoz Endama Rêvebera Kongreya Star Çinar Salih ve hate xwendin.    Daxuyaniya wiha ye:   "Dagirkerî tundî ye, bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkeran têk bibin û roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê bibîr tînin. Li ber çavên hemî cîhanê îro dewleta tirk êrîşî Herêma Bakurê Sûriyê dike û dagirkeriya xwe fireh dike ku di encamê de bi hezaran kes neçarî koçberiyê bûn. Dewleta tirk rêgezên navneteweyî binpê dike û bi cenazeyên rêhevalên me YPJ mîna Amara Rênas û Hevseroka Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef temsîl kirin û dayika Eqîde jî şehîd kirin. Têkoşîna Amara, Hevrîn û dayika Eqîde jî nêzî bûyera her sê xwişkên Mîrebal in ji lewra têkoşîna jinan hember dagirkerî û desthilatdariya mêr hîn jî bi dawî nebûye dewam dike.   Bêdengiya raya giştî û navdewletî şermeke dîrokî ye û dîrok jî tu carî vê qebûl nake. Em bang li tevahî sazî û rêxistinên jinan û hiqûqnasên jin li tevahî cîhanê dikin ku ew jî rabin û deng bidin dengê jinên Bakurê Sûriyeyê û em bi hev re asta têkoşînê mezin bikin û dawî li tundiyê û dagirkeriyê bînin."   Daxuyanî bi diruşma"Jin jiyan azadî"bi dawî bû.     Dêrik   Partiya Yekîtiya Demokratîk bi semînerekê Şîlan Kobanê û hevalên wê bi bîr anî.    Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi semînerekê Şîlan Kobanê û hevalên wê bi bîr anîn. Semîner li navenda Cîwanên Şoreşger a bajarê Dêrîkê yê girêdayî Kantona Qamişloyê hat dayîn. Di semînerê de bi dehan şêniyên Dêrîkê sazî û dezgehên sivîl amade bûn. Semîner bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Semîner ji aliyê Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk Şadiya Omer ve hat dayîn. Şadiye di destpêkê de Şîlan Kobanê bi bîr anî û wiha got: "Em di despêkê de Şîlan Kobanê û hevalên ku bi wê re gihaştin asta şehadetê bi bîr tînin. Şîlan Kobanê di sala 1971'an de li gundê Gor Elî a bajarê Kobanê ji dayik bûye. Şîlan Kobanê di sekna xwe ya têkoşer û birdoziya xwe de xurt bû. Di sala 2004'an de digihêje şehadetê. Em car din soz didin têkoşerên azadiyê ku em ê şopdara rêka wan bin."   Semîner bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.