Qertê çapemeniyê yê 685 rojnamegeran hatin betalkirin 2019-11-30 10:48:48   ENQERE - Qertên çapemeniyê yê 685 rojnamegeran bi îdiaya "têkiliyan wan bi rêxistinên ku ji bo ewlehiya neteweyî gef in re heye" hatin betalkirin.    Hat diyar kirin ku di sala 2019'an de 343 qertên çapemeniyê yên nû hatine dayîn û ji Hewldana Darbeya 15'ê tîrmehê ve bi îdiaya "têkiliyan wan bi rêxistinên ku ji bo ewlehiya neteweyî gef in re heye" qertên çapemeniyê yê 685 rojnamegerên din hatin betalkirin.   Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay, dema ku budçeya sala 2020'an a Serokkomariyê, li Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclisê dihat nirxandin, pirsên têkildarî betalkirina qertên çapameniyê bersivand û got: "Bi avakirina Serokatiya Ragihandinê ya piştî girtina Midûriyeta Giştî ya Çapemenî, Weşan û Enfermasyonê re pêwîst bi rojanebûna qertên çapameniyê çêbûye. Di sala 2019'an de 343 qertên çapemeniyê yên nû hatine dayîn û ji Hewldana Darbeya 15'ê tîrmehê ve bi îdiaya 'têkiliyan wan bi rêxistinên ku ji bo ewlehiya neteweyî gef in re heye' qertên çapemeniyê yê 685 rojnamegeran din jî hatine betalkirin."