Hunera qeyûmê Nisebênî: Ava baranê girt ser mal û cihên kar 2019-11-30 10:30:56   MÊRDÎN - Li Nisêbînê ji ber ku baran barî ava baranê girt ser mal û cihên kar.    Li Nisêbîna Mêrdînê pirsgirêka baranê ya ku bi ser malan û cihên kar de digire ev sê salên heye û îsal jî berdewam kir. Şeva borî saet di 20.00'an de baran barî û ava baranê girt ser mal û cihên kar.   Ekîbên şaredariyê alîkariya welatiyan nekirin   Bazirganên li derdora Parka Kader Ortakkaya diyar kirin ku wan gazî ekîbên MARSU'yê yên şaredariyê kirine lê ekîbên şaredariyê nehatine. Her wiha welatiyên Nisêbînê diyar kir ku divê şaredarî ji bo rewşên bi vî rengî peywira xwe bîne cih.