Li dijî sûcên şer li Şehbayê îmze hatin komkirin 2019-11-30 09:24:04   Fîdan Ebdullah   ŞEHBA - Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Efrînê ji bo ku dadgehkirina dewleta tirk a ji be sûcê şer di encama êrîşên li ser Rojava de pêk aniye kampanyaya îmzeyê li Şehbayê dest pê kir.    Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Efrînê ji bo ku dadgehkirina dewleta tirk a ji be sûcê şer di encama êrîşên li ser Rojava de pêk aniye kampanyaya îmzeyê li Şehbayê dest pê kir. Îmzeyên ku ew ê bên komkirin ew ê ji dadgehên navneteweyî re werin şanin. Têkildarî mijarê de jinên Şehbayê nêrînên xwe parve kirin. Jinan gotin:"Divê ji ber sûcên şer û pêkanînên dijmirovî hesab ji dewleta tirk bê pirsîn."   ‘Em ê bi erka xwe rabin û dengê xwe bigihêjin cîhanê’   Endama Meclîsa herêma Efrînê Nizhet Sîdo di derbarê hemleya ku dest pê kirine de axivî û got: "Ev hemle li tevahî Kantona Şehbayê li ser xwesteka gel hat destpêkirin ji bo ku dengê xwe bigihêjin dewletên navneteweyî û yên ku mafê mirovan diparêzin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek zirar ji ber êrîşên dewleta tirk dîtin. Hatin qetilkirin, revandin, fidye hat xwesin û mal û milkên wan hatin talankirin. Tevahî dewletên diniyayê li hember kiryarên Erdogan bêdeng mane. Em ê erka li ser milê xwe bikin û dengê xwe bigihêjin dewletên navneteweyî.”   ‘Erdogan tiştên xirab di derheqê gelê Kurd de dike’   Endama komîteya komkirina îmzeyan Fatimê Muhemed li ser zirarên ku gel di êrîşan de dîtine axivî û wiha pê de çû: "Dewleta tirk her êrîşî Gelê Kurd dike, li Efrînê êrîşên pir dijwar ser milet de anî. Kiryarên dijmirovahî li dijî wan bi kar anî. Erdogan her tiştên xirab di derheqê Gelê Kurd de dike. Em bi darê zorê koçber kirin. Malên me talan kirin. Em jî wek komîte derketine malan ji bo ku xwesteka gel pêk bînin. Xwesteka me jî ew e gelê Efrînê vegera Efrînê û Erdogan were dadgehkirin.”   ‘Em li ber xwe didin da ku berpirsên sûcên şer bên darizandin’   Dayika bi navê Sabîhe Osman Memo jî wiha got: "Em ji malê xwe koçber bûne û li Şehbayê bi cih bûne. Em li ber xwe didin da ku berpirsên sûcên şer bên darizandin. Em şer naxwazin em ewlehiyê û azadiyê dixwazin. Dewleta tirk û çeteyên wê mal û milkên me talan dikin. Darên me qut dikin. Divê ji Erdogan hesab bê pirsîn."