Nûrcana ku 25 sal ceza lê hat birîn, bi nexweşiya pençeşêrê ket 2019-11-30 09:14:46   MÊRDÎN - Nûrcan Aslan a ji doza Nisêbînê tê darizandin û 25 sal ceza lê hat birîn, bi nexweşiya pençeşêra malzarokê ket. Malbata Nûrcanê diyar kir ku divê Nurcan ne li revîrê, li nexweşxaneyê bê dermankirin û banga hestiyariyê li rayagiştî kir.   Li Nisêbîn a Mêrdînê di navbera 2015-2016’an de di dema pevçûnên hatin jiyîn de 17 jê zarok 70 kes hatin binçavkirin û girtin. Yek ji van jî Nûrcan Aslan a 18 salî bû. Dadgehê 25 sal û 8 meh ceza lê birîbû. Nûrcan li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê dimîne û hat hînbûn ku ji ber êşa mîdeyê çûye nexweşxaneyê û li wir teşhîsa pençeşêra malzarokê lê hatiye kirin. Li gorî agahiyên malbatê, bijîşkan gotine ku gumana wan a pençeşêre heye û got di lingê wê de jî parçeyê şarapnelê heye.   Nûrcana ku di dema qedexeyê de li taxê asê mabû bi hevalên xwe re derketibû û piştî hatibû binçavkirin jî rastî derbkirin û heqeretê hatibû. Hat hînbûn ku dîmenên îşkeneyca lê hatiye kirin jî hatine paqijkirin û ji bo Nurcan û 17 zarokên din du sal şûnde îdianame hatibû amadekirin.Darizandinên ku komî dihatin dîtin di nîsanê de ji hev veqetiyan.    Dadgehê 25 sal ceza birî   Nûrcana ku di koma ewil a ku ceza lê hat birîn de bû, roja rûniştinê anîn eywanê. Dadgehê bi giştî 25 sal û 8 meh ceza li Nûrcanê birîn.Piştî ceza hat birîn malbata Nûrcanê ji heyeta dadgehê re çepik lê da û gotin ‘em ji edaleta we re li çepikan dixin, belê hûn ev qas in'.   Bijîşkan teşîsa pençeşêrê danî   Nûrcan ku nêzî 4 sale li Girtîgeha Tarsûsê pirsgirêkên tenduristiyê dijî, hat hînbûn ku ji ber êşa diran û mîdeyê rakirine revîrê. Li Nûrcanê teşîsa pençeşêra malzarokê hat danîn. Her wiha di lingê wê de jî parçeyê şarapnelê heye û hat hînbûn ku ji ber vê her cara di alava X-ray de derbas dibe pirsgirêkan dijî.   ‘Divê keça min di şertên baş de bê dermankirin’   Bavê wê, Nevzat Demîr, daxuyakirin ku ew ji ber rewşa keça xwe bi fikar e û got: “Keça min tu tiştekî ji me re nabêje. Tenê em hîn bûn ku bijîşkan teşîsek wisa danîne. Ji bilî vê keça min jixwe pirsgirêkên tenduristiyê dijî. Ne li revîrê divê li nexweşxaneyê bê dermankirin. Divê di hawirek baştir de bê dermankirin.”