22’emîn komxebata stargehan: Girîng û bi kelecan e 2019-11-30 09:08:53   STENBOL - Li Stenbolê 22’emîn Komxebata Navendên Şêwirmendî û Stargehên Jinan pêk hat. Ji Mor Çati Ozlem Sunata bal kişand ser girîngiya encamnameya komxebatê û got: “Komxebat ji bo rêxistinên jinan girîng û bi kelecan e. Têkoşîn û torek me ya kampanyayê heye. Ev têkoşîn wê bi hevkariyê bidome.”   Li Stenbolê 22’emîn Komxebata Navendên Piştevanî û Stargehên Jinan di navbera 2-4’ê de pêk hat. Komxebat ji aliyê Weqfa Piştevaniya bi Jinan re (KADAV), Weqfa Stargehên Jinan a Mor Çati û Komeleya Piştevaniya Jinên Penaber a Navneteweyî (UGKDD) ve pêk hat. Seroka dema borî ya Koma Pisporên Têkoşîna li Dijî Şîdeta li ser Jinê û nav Malbatê (GREVIO), Prof. Dr. Ferîde Acar, ji Zanîngeha Hacettepeyê Aslihan Burcu Ozturk, ji Komeleya Çareseriyên Nû ya Mafên Mirovan a Jinan Îpek Îlkkaracan, ji Komeleya Jinan a Rosa Edanur Bazancîr û ji Komeleya Jinan a Astengdaran (ENG-KAD) Bahar Turan di komxebatê de axivîn û 7 atolyeyên cuda pêk hatin. Piştî komxebatê ji bo pêşî li şîdetê bê girtin encamname hat weşandin.   Di danezanê de daxwazên derketin pêş wisa ne:   “Ji bo jinên rastî şîdetê hatine û di vê mijarê de daxwazên wan hene, divê perwerde bê hêsankirin, ji bo jinên dixwazin perwerdehiya pîşeyî bê dayîn. Jinên ji ber astengî, zayendî, ol, kok û rewşên wek vê rastî newekheviyê hatine, li gorî şert û mercên wan, mekanîzmayên piştgiriyê yên cih de bên avakirin. Midûriyetên şaredariyan ên der barê mijarê de xebatan dimeşînin divê xwedî nêrîna jinê bin. Zarokên navbera temenê 15-18’î de tên zewicandin divê wek tecawiz bê binavkirin û ev zarok bên parastin, mekanîzmayên ku berjewendiyên wan diparêze bikevin meriyetê. Divê astengiyên li pêş jinên kurtajê dikin bên rakirin. Ji bo pêşî li zewacên zû bê girtin jî polîtîkayên bi bandor bên pêşxistin.   ‘Divê perwerdehiyên li ser wekheviya zayenda civakî bên dayîn’   Divê wezareta perwerde û wezareta tenduristiyê bi protokolek hevpar, perwerdehiyên tenduristiya zayendî li dibistanan bidin. Xebatkarên daraz û hêzên ewlehiyê divê di mijara şîdeta li hember jinê de, perwerdehiyên li ser wekheviya zayendî bibînin. Divê hejmara xebatkarên li stargehên jinan dixebitin bên zêdekirin û ji bo xizmeta 24 saetî bi pisporan re piştgiriyê bidin. Li stargehan divê xebatên li ser zarok û kesên ber bi ciwaniyê ve diçin, bê meşandin û ji bo jinên ku bi zarokên di ser temenê 12’yî de serlêdanê dike, piştgiriya malê bê dayîn. Xeta telefonê ya 24 saetan dixebite divê hebe û gelek xebatkarên wê hebin. Divê pêkanînan navbeynkariyê teqez neyê bikaranîn.”   Ji Weqfa Stargehên Jinan a Mor Çati, Ozlem Sunata, der barê komxebat û encamê wê nirxandin kir.   ‘Beriya komxebatê rêxistinên jinan tên cem hev’   Ozlemê diyar kir ku rêxistinên jinan ên ji pêkhateyên komxebatê pêk tên, li bajarên cuda xebat meşandine û wiha got: “Rêxistinên jinan tên cem hev û bi hev re ji bo wê dem û salê mijarê diyar dikin. Çend meh beriya komxebatê, komxebatek navberê pêk hat û rojev û mijar hatin tespîtkirin. Piştre bajarek hat diyarkirin û îsal jî Stenbol bû. Organîzasyona komxebatê Weqfa Piştevaniya Jinan, Komeleya Piştevaniya Jinên Penaber a Navneteweyî (UGKDD) û Mor Çati pêk anîn. Beriya encamnaya komxebatê, me sernavên xwe diyar kiribûn. Rojeva îsal a komxebatê ‘ji bo têkoşîna li dijî şîdetê polîtîkayên civakî ya femînîst bû’.”   Ozlemê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku encamên piştî komxebatê diyar bûne ji bo têkoşîna jinê gelek girîng e û got jinên tevlî komxebatê bûne li dora fikrên cuda bûne hevpar û vê jî kelecanek mezin afirandiye.